Li Denîzliyê ji bo 30 xwendekaran skandala girtinê

Li Denîzliyê ji bo 30 xwendekaran skandala girtinê

Li Denîzliyê 2’ê Mijdarê polîsên AKP’ê tund êrîşî xwepêşdanê kir û nêzî 100 xwendekaran binçavkiribû û ji wana îro di derbarê 30 xwendekaran de bi biryara dadgehê careke din binçavkirin û girtin. Parêzerê xwendekaran got, “ev skandala hiqûqê ye” û destnîşan kir ku biryar siyasiye.

2’ê Mijdarê xwendekarên şoreşger, demokrat û welatparêz yên Zanîngeha Pamûkkaleyê ji bo balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê ya li girtîgehên Tirk dewam dikin, polîsên rejima AKP’ê tund êrîş kirin û 91 xwendekar binçavkiribûn.

Ji vana 58 piştî birin qereqola polîsan, ji 33’an jî 3 ji wana piştî îfadeyên wan yên li dozgeriyê serbest hatin berdan. 30 xwendekarên din jî piştî derxistin 1’mîn Dadgeha Cezayê Sulh yê Denîzliyê bi biryara dadgehê serbest hatibûn berdan.

Îtîraza ku Dozgeriya Komarê ya Denîzliyê kir îro 6’mîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Denîzliyê mafdar dît. Piştî vê biryara dadgehê di demjimêrên serê sibehê di ser mala 30 xwendekaran de girtin, binçavkirin û girtin.j

Parêzerê xwendekarên hatîn girtin Ahmet Tûrhan derbarê mijarê daxuyaniyek da û biryara hatiye girtin weke skandelek ya hiqûqê binav kir. Parêzer Ahmet Tûrhan da diyarkirin ku, ev biyar bi armanca pêşî li xwendekaran bigirin ku nekevin nava tevgerên muxalîf û her wiha çavtirsandineke ji bo muxalîfan. Parêzer Ahmet Tûrhan got: “Pêşiya ezmûnan girtina xwendekaran bi wateye. Dadgeha yekemîn biryarek di cihê xwe de û guncawî hiqûqê da û 30 xwendekar berdan. Lê belê li ser îtîraza dozgeriyê biryara girtina 30 xwendekaran hate dayîn. Ev skandalek ya hiqûqê ye. Biryar ji hiqûqê dûr ji binî ve siyasiye. Delîl û gûmanekî ku girtinê çêbike tune ye. Daxuyaniya çapemeniyê jî di asta teşebûsê de dimîne. Hêzên ewlekariyê mudaxeleyekî hişk dike û belav dike. Biryara destpêkê hiqûqiye, lê belê li ser îtîrazê biryar şeklek din digire û armanc dike ku di dema ezmûna de xwendekaran mexdûr bike.”

Navê 30 xwendekarên hatine girtin wiha ne:

Ceylan Taş, Damla Nalçakan, Gokhan Oner, Okan Karakuş, Engîn Aydin, Şafak Guncu, Semra Gonenç, Ergîn Açar, Buşra Ozer, Savaş Avci, Tugba Tekîn, Husret Ozcanan, Mehmet Goçmen, Neslîhan Altun, Caner Oguz, Erkîn Selanîk, Şînasî Uçkan, Cîhan Bahadir, Behzat Işik, Vedat Dara, Mehmet Bartan, Davût Abî, Cevdet Can Yapali, Esat Doganer, Saim Kom, Alaatîn Çoltû, Nûpel Ermîş, Melek Yeter, Servan Abduselamoglû û Ulaş Heval Gevez.