Nûçeya Lezgîn: Koma Aştî û Civaka Demokratîk: Em bi îradeya xwe ya azad çekên xwe îmha dikin

Li Denîzliyê 6 xwendekar hatin binçavkirin

Li Denîzliyê 6 xwendekar hatin binçavkirin

Li Denîzliyê 6 xwendekarên Zanîngeha Pamukkaleyê yên tevlî çalakiya daxuyaniya çapemeniyê bûn hatin binçavkirin.

Li Denîzliyê di serdagirtina malan de 6 xwendekar hatin binçavkirin. Hate hînbûn ku 6 xwendekar bi hinceta tevlî daxuyaniya di 2'ê mijdarê de bi armanca balê bikîşînin ser çalakiya birçîbûnê bûne hatin binçavkirin. Hate zanîn ku, xwendekar birin Midûriyeta Polîsan ya Denîzliyê û dibe ku hêjmara binçavkirinan zêde bibin. Navên xwendekarên hatin binçavkirin evin: Saît Çetîn, Fahrî Akgul, Zekeriye Erdogan, Ersîn Yildirim, Delîl Ek û Ozan Dogan.

Xwendekarên Zanîngeha Pamukkaleyê yên di 2'ê mijdarê de meş li darxistin rastî êrîşa polîsan hatibûn û di êrîşê de 91 xwendekar hatibûn binçavkirin û 30 xwendekar piştî îfadeyên dadgehê serbest hatibûn berdan. Li ser vê yekê dozgeriyê derberê 30 xwendekarên serbest hatin berdan îtîraz kir. Dadageha îtîraza dozger nirxand di 13'ê mijdarê de derbarê 30 xwendekaran de biryara girtinê dabû.