Li Dara Hênê û Şezmînanê çalakiyên gerîlayan

Li Dara Hênê û Şezmînanê çalakiyên gerîlayan

Gerîlayên Kurd li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê û navçeya Şemzînana Colemêrgê çalakî li dar xistin. Hejmara kuştî û birîndarên artêşa Tirk ên di çalakiyên bi bandor ên gerîlayan de nehatin zelakirin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG (HPG-NÇR) der barê çalakiyên gerîlayan ên li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê û navçeya Şemzînana Colemêrgê de daxuyaniyek da.

HPG-NÇRê da zanîn ku 14’ê Mijdarê di navbera saet 15.00-16.00’an de li navçeya Dara Hênê li herêma Hacanê di navbera gerîlayan û leşkerên artêşa dagirker a tirk de pevçûnek qewimiye û ev agahî da:

“Di encama vê pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Dijmin kuştî û birîndarê xwe du caran bi helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye. Piştî pevçûnê herêm bi helîkopterên kobrayan bi dijwarî hatiye bombekirin. Artêşa dagirker a tirk heta danê sibê ya 15’ê Mijdarê bi daxistinan opersayon ber bi herêmên Sahabe, keltepe û Gozcuyê berfireh kiriye, danê êvarî jî paş de vekişiyaye. Hewldanên keşf û kemîn vedanê yên yekîneyên weşartî yên dijmin berdewam dikin.”

HPG-NÇRê got; “15’ê Mijdarê di navbera saet 09.00-12.00’an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî qereqola Rûbarokê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hemû baregeh bi awayeke bandor hatiye lêdan, hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê li dijî herêma Govendê bi hewan û obusan hatiye bombekirin, di saet 22.30’an de jî li dijÎ heman herêmê bi balefirên şer hatiye bombekirin.”