Li bajarê Franse Strasbourgê , bajarê Almanya Kolnêm û bajarên Swêdê Goteborg û Gavle bi armanca çalakiyên ji bo greva birçîbûnê hatin lidarxistin.
Li bajarê Franse Strabourgê bi vê armancê îro saet di 13.00 de bi beşdariya 500 kesî meşek hat lidarxistin. Di meşê de bê navber dirûşimên ji bo Ocalan hatin xwestin û banga piştgiriya ji bo çalakiya girtiyan hate kirin.
Li bajarên Goteborg û Galveyê yên Swêdê jî çalakîhebûn. Li bajarê Goteborgê 300 ke beşdarî mitîngê bûn. Di wê demê de çalakiya li dijî operasyonên Îsraîlê jî hebûn. Filistiyên tevlî çalakiyê bibûn eleqeyek xurt nîşanî çalakiya Kurdan dan û ji bo azadiya Ocalan îmze dan. Li bajarê Galveyê jî bi heman armancê Kurditanî piştgirî dan çalakiya girtiyên Kurd.
Di mitîngê de hate diyarkirin ku daxwazên girtiyan daxwazên gelê Kurd in. Di çalakiyê de helwesta Erdogan hate protestokirin.
Li bajarê Almanya Kolnê jî 20 jinên Kurd çûn ber avahiya kanala televîzyonê PRO 7 û xwepêşandanek li dar xistin. Jinan dosyayek pêşkêşê rayedarên TV kir. Jinan di çalakiya xwe de wêneyên Ocalan vekirin û dirûşimên qêriyan.
Li paytexta Fînlandiya Helsinkiyê jî dê 19ê mijdarê meşek bê lidarxistin. Meş dê saet 13.00 li ber Parlementoya Fînî dest pêbike û saet di 16.00 de li ber Wezareta Derve bi dawî bibe.