Li Bûrsayê 7 Kurd hatin girtin

Li Bûrsayê 7 Kurd hatin girtin

Li Bûrsayê 7 kesên ku di nav de rêveber û endamên BDP'ê jî hene hatin binçavkirin, hatin girtin.

Li taxên Ulus û Yavuz Selimê yên navçeya Yildirima Bûrsayê polîsan duh serê sibê bi ser gelek malan de girt û di serdegirtina malan de 9 welatî binçav kirin. Polîsan 9 welatî piştî lêpirsîne sewqî dozgeriya Bûrsayê kir.

Dozger jî 9 kesan veguhest dadgehê. Heyeta dadgehê jî der barê Rêveberê BDP'a Yildirimê Orhan Gunduz, endamên BDP'ê Eser Koçbaş, Suleyman Saydam, Vedat Yurttepe û welatiyê taxa Ulusê Ugur Arak, Fatih Yenturk û Firat Gurbuz bi îdîaya "Endamê rêxistinê ne" biryara girtinê da û 7 kes şandin Girtîgeha Tîpa H a Bursayê.

2 kes jî serbest hatin berdan. Berê jî di nava rojên dawî de 6 endam û rêveberên BDP'ê yên Bûrsa û navçeyên Bûrsayê hatibûn girtin.

Di hefteya dawî de 13 endam, rêveberên BDP'ê û welatiyên kurd hatin girtin.