Kurdên li Kanedayê dijîn li ber Parlementoya Eyaleta Adintonê çalakiyek li dar xistin. Kurdan di çalakiyê de dosyayek pêşkêşê perlementoyê kirin û xwestin ku ji bo pêkanîna daxwazên girtiyan hukûmeta Kanedayê zextê li hukûmeta Tirk bike.
Çalakî îro saet di 11.00 de pêk hat. Di çalakiyê de pankarat “Daxwazên girtiyên di greva birçbûnê de daxwazên me ne’ hate vekirin û dirûşimên dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd re hatin qêrîn.
Di çalakiya li ber parlementoyê de heyetek ji du kesan pêk dihat birayedarên Parmelentoyê re hevdîtin pêk anîn û xwestin ku hukûmeta Caneda ji bo daxwazên Kurdan zextê li Tirkiyeyê bikin. Kurdan di çalakiyê de belavokên têkildarê çalakiya girtiyan belav kirin
LI TORONTOYÊ GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA 48 SAETAN
Her wiha hate diyarkirin ku dê sibê li Toronotoyê di çarçoveya banga “berxwedana topyekun” a BDPê de dê li Torontoy greva birçîbûnê ya 48 salet lî bi girseyî bê lidarxistin.
Kurdan roja 14ê mijdarê jî bi armanca balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd avahiya kanala CBC ya li Torontoyê dagir kirin.