Li ber OPFRA’yê greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger

Li ber OPFRA’yê greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger

Kurdistaniyê bi navê Yasîn Emektar li paytexta Franse Parîsê bi armanca piştgiriyê bide greva birçîbûnê ya girityên Kurd beriya sê rojan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger kir.

Emektar ku li Tirkiyeyê di xebatên DTP û BDPê de cih girt, gelek doz li hemberî wî hatine vekirin. Ji ber biryara lêgerînê li hemberî wî hebû hate Franseyê û serldana penahiyê kir. Du roja berê saziya penahiyê (îltîca) ya Franseyê OPFRA ji bo hevdîtina bi wî re jivan dabû.

Emekdar hevdîtina bi OPFRA red kir û diyar kir ku bi hezaran hevalên wî yên mexdûr di greva birçîbûnê de ne û 3 roj berê dest bi greva birçîbûnê kir.

Emektar li ber beriyê avahiya OPFRA’yê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger kir û diyar kir ku greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd ên di girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê de bi dawî nebe, ew jî dê çalakiya xwe bidomîne. Rayedarên walîtiyê û rêveberên OPFRAyê jî hatin hatin serdana Emektar.

Emektar der barê çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd a li Tirkiyeyê de agahî da û heta niha gelek Kurdistanî çûne serdana wî. Her wiha gelek saziyên çapemeniyê jî pêre hevpeyvîn kirine.