Li Bakûrê Kurdistanê piştî banga BDP'ê ya bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya girtin ya çalakiya birçîbûnê ya 2 rojan ji bilî dermanfiroşan esnafan dikanên xwe venekirin. Li qadên çalakiya birçîbûnê lê bêkirin ji aliyê polîs û tîmên taybet ve hatin dorpêçkirin û li herêmê dîmenên OHAL'ê hene.
Li bajarên Bakûrê Kurdistanê berî çalakiya birçîbûnê ya 2 rojan ya li ser banga BDP'ê ya bi slogana "Ji deh hezarên hundir re ji deh hezarên derve piştgirî" hate destpêkirin esnafan dikanên xwe venekirin. Polîsa li ser riyan bi hêzên çewîk û wesayîtên zirxî tedbîran digirin û kontrola nasnameyan dikin.
AMED
Li Semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê li koçeyan tîmên taybet tên rawestandin. Li dora Parkormanê ya dê çalakiya birçîbûnê lê bêkirin jî polîsan bi wesayîtên zirxî parq dorpêç kir. Li gel bi dehan TOMA û wesatiyên zirxî gelek tîmên taybet jî hatin bicihkirin. Polîs bi wesayîtên zirxî anonsan dike û dibêje çalakî ji aliyê Walîtiya Amedê ve hatiye qedexekirin û destûrê nadin tu kes bikeve Parq Ormanê.
BÎSMÎL
Li navçeya Bîsmîlê ya Amedê jî bi heman armancê esnafan dikanên xwe venekirin. Li navçeyê ji bilî dermanfiroşan hemû dikan girtîne. Xwendekarên dersxaneyan jî dersxane boykot kirin. Li navçeyê ajokaran jî bi nexebitandina wesayîtan piştgirî dan çalakiyê.
ERXANÎ
Li navçeya Erxaniyê ya Amedê jî bi heman armancê esnafan dikanên xwe venekirin. Li naçveyê bêdengî heye û ji bîlî dermanfiroşan hemû dikan girtîne.
WAN
Li Wanê jî bi heman armancê esnafan dikanên xwe venekirin. Welatî ji bo tevlî çalakiya birçîbûnê bibin ber bi qada çalakiyê ve diherike.
COLEMÊRG
Li Colemêrgê jî gel dê li ber şaredariyê bê cem hev. Ji ber çalakiyê tu esnafan dikanên xwe venekirin. Li bajar tedbirên gelek berfireh hatine girtin. Ligel vê yekê welatî li qada dê çalakiyê li dar bixin dest bi kombûnê dikin.
GEVER
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî esnafan dikanên xwe venekirin. Welatî li Parqa Çandê ya Mûsa Anter ya ku dê çalakiya greva birçîbûnê lê bêdarxistin dest bi kombûnê dikin. Polîs jî bi taybet li ber saziyên dewletê tedbîrên berfireh digire. Li Geverê pevçûna destpê kir.
GIYADÎN
Li navçeya Giyadînê ya Agiriyê jî esnafan dikanên xwe venekirin. Ligel tedbîrên berfireh ên polîsan welatî li ber avahiya BDP'ê dest bi kombûnê dike.
BAZÎD
Li navçeya Bazîdê ji bi heman armancê esnafan dikanên xwe venekirin. Li navçeya hemû dikan girtî welatî saet di 11.00'an de dê li ber avahiya BDP'ê bê cem hev.
SILOPÎ
Li navçeya Silopiyê ya Şirnexê jî esnafan dikanên xwe venekirin. Li navçeyê polîs li ser riyan bi wesayîtên zirxî digerin. Welatiyên di nav de rêveberên BDP'ê, şaredar û nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî di nav de li qada Nimêja Înê ya Sivîl lêtê kirin dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Polîs bi qemereyan welatiyên dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin dikşênin.
CIZÎR
Li navçeya Cizîrê jî bi heman armancê esnafan dikanên xwe venekirin. Li bendêne ku welatî li Parqa Şaredariyê ya li ser Kolana Botaşê dest bi çalakiya greva birçîbûnê bike.
ÊLIH
Li Êlihê ji bi heman armancê esnafan dikanên xwe venekirin. Ligel esnafan ajokaran jî wesayîtên xwe nedan xebitandin. Li bajar polîsan bi wesayîtên zirxî tedbîrên gelek berfireh girtin.
MÊRDÎN
Li navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê jî esnafan dikanên xwe venekirin. Li navçeyan ajokaran jî wesayîtên xwe nedan xebitandin. Li navçeyê tedbîrên gelek berfireh hatin girtin.
NISÊBÎN
Li navçeya Nisêbînê jî bi heman armancê esnafan dikanên xwe venekirin. Wesayîtên di nava bajar de dixebitin jî kar nakin. Li navçeyê polîs li ber saziyên dewletê tedbîrên gelek berfireh digirin. Welatî ber bi Navenda Çandê ya Mîtannî ya ku dê çalakiya greva birçîbûnê ya girseyê lêbê kirin ve diçin.