Li Afganîstanê êrîşa hewayî: Îdîaya ‘Gelek kesan jiyana xwe ji dest dane’

Hat îdîakirin ku di necama bomberdûmana li dijî çeteyên Talîban ê li Wîlayeta Kûndûz a Bakurê Afganîstanê de bi dehan kes jiyana xwe ji dest dane.

Di operasyona hewayî ya li dijî çeteyên ku dixwestina paytexta Wîlayeta Kûndûz a bi heman navî de bigirin, li gorî çavkaniyên herêmî di nava 24-31 sivîlan de jiyana xwe ji dest dan.

Endamê Meclîsa Wîlayetê Favziya Jaftalî anî ziman ku li Bûzî Kandahrî yak u 10 km ji Kûndûz dûre 24 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Jaftalî diyar kir ku êrîşa hewayî ji aliyê balafirên NATO’yê ve hatiye kirin.

Li gorî hinek çavkaniyên din di êrîşa bomberdûmanê de 31 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî daxuyaniya li ser hesabê Twîterê ya mîsyonê NATO’yê li welat, Li herêmê êrîşên hewayî hatiye lidarxisin, tê lêkolînkirin ku di bomberdûmanê de sivîlan jiyana xwe ji dest dane yan en.