Kurdek li Helebê hate kuştin

Kurdek li Helebê hate kuştin

Li Helebê piştî ku çekdarên Artêşa Sûriyeya Azad li dijî hêzên rêjîmê çalakiyên xwe zêde kirin, li bajêr şer dijwar bû. Her dawî Kurdê bi navê Muhyedîn Henan yê ji Efrînê di êrîşekê de jiyana xwe ji dest da.

Roja 13ê mijdarê li taxa Şêx Meqsûd welatiyê Kurd yê binavê Muhyedîn Henan ên ji bajarê Efrînê ye, rastî êrîşa kesên nediyar hat. Di encamê de Henan jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê welatiyê Kurd li gundê Birc Ebdalo spartin axê.