Li bajarê Goteborg a Swêdê vê sibê saet di 10.00’an de komeke Kurdistanî ku ji 25 kesî pêk dihat bi ser kanala Tv ya netewî ya welat ya bi navê SVT de girt. Komê pankarta ‘Bêdengiya xwe xera bikin, mirinan rawestînin’ vekirin û bi gerînendeyê nûçeyan yê SVT’ê re hevditin pêk anîn.
Gerînendeyên nûçeyan diyar kir ku ew pêvajoyê dişopînin û hefteyek berê der barê grevan de bernameya nûçeyan weşandine. Her wiha da zanîn ku niha jî pêvajoyê ji nêz ve dişopînin. Çalakgeran dre barê grevê de dosyayek pêşkêşî gerînendeyê nûçeyan kir.
Li HALMSTAD’Ê GREVA BIÇÎBÛNÊ DEST PÊ KIR
Li bajarê Halmstad ya Swêdê li Centrumpark 8 kurdan dest bi greva birçîbûnê ya 5 rojan kir.sibê li bajarê Goteborg li Brunnsparke ji bo kampanyaya ji Ocalan re Azadî dê stant saet di 15.00’an de bê vkeirin. Pişt re jî dê mîtîngek pêk were.