Komkujiya 19'ê Kanûnê li Belçîkayê nehat ji bîr kirin

Ji ber salvegera Komkujiya 19'ê Kanûnê, Rêxistina Alîkariya Sor û Komîteya Girtiyên Azad a Ewropayê li paytexta Belçîka Brukselê çalakiyeke hevpar lidar xistin.

Li ser navê Rêxistina Alîkariyê ya Sor Bertrand Sassoy axivî. Sassoy bal kişand ser dîroka berxwedanê û girtiyên li Tirkiyeyê û anî ziman, bala wan li ser rewşa girtiyan e.

Ji Koordînasyona Navenda Yekîtiya Jinên Sosyalîst Sakîne Altûn jî şahîdiya xwe ya Komkujiya 19'ê Kanûnê vegot. Altûn qala berxwedana bêhempa ya girtiyan û polîtîkaya nazî ya dewletê kir.

Altûn got, "Tevî hemû berdêlan jî, nekarîn girtiyên azad teslîm bigirin. Ji ber ku rêxistinbûna xwe, aktîvîteyên xwe yên mîna nivîsandin, xwendin û xêzkirinê, di nava her şert û mercî de dewam kirin."

Di vê kombûnê de fîlmê 'dûvar' ê Yilmaz Guney jî hate nîşandan.