Komalên Jinên Ciwan ya Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem 1. Konferansa Jinên Ciwan, damezirandina Komalên Jinên Ciwan û grevên birçîbûnê silav kir.
Komalên Jinên Ciwan ya Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem bi beşdariya bi dehan jinên ciwan li Saziya Komalên Ciwan a Wargehê bi daxuyaniyekê 1. Konferansa Jinên Ciwan, damezirandina Komalên Jinên Ciwan û grevên birçîbûnê ku di roja 65’an de ne silav kir. Daxuyanî ji aliyê endama Komalên Jinên Ciwan Sozdar Tanit ve hat xwendin. Tanit, wiha got, “Em weke Komalên Jinên Ciwan ya Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem 1. Konferansa Jinên Ciwan di şexsê şehîdên pêvajoya şerê gel yê şoreşgerî Şehîd Nêrgiz û Şehîd Cûdî de li Rêber Apo, tevgera jin û li tevayî jinên ciwan pîroz dikin. Di heman demê de em çalakiya greva birçîbûnê ya ji aliyê berxwedêrên gelê Kurd ve tê birêvebirin silav dikin.”
Tanit da zanîn ku, Tirkiye Kurdên azad tehemmûl nake û wiha got: “B operasyonên xwe yên leşkerî û siyasî li hemberî gelê Kurd di nav êrîşeke dij-mirovatiyê de ye. Pergala dagirker bi her şêwazên nemerdane li ser esasên tunekirina gelê Kurd, pêkutiyên xwe berdewam dike. Tecrîdeke girankirî li hemberî Rêber Apo tê meşandin. Ev nêzî salek û nîvekê ye Rêber Apo di tecrîdeke girankirî de ye. Dewleta dagirker ligel wê bi teknîkên herî pêşketî yên eskerî li hemberî gerîllayên Kurdistan êrîş da destpêkirin, li cihên ku nikarîbû bi ser bikeve sîlehên kîmyewî bi kar anî. Bi deh hezaran siyasetmedar, rojnamevan, parêzer û hwd. mirovên bi rûmet ku serê xwe ji polîtîkayên dewlet û hukûmeta AKP’ê re nedanîn kirin zîndanan. Tevgera me ya azadiyê ku tevger û partiya şehîdan e her dem ji bo gelê Kurd bû kaniya hêvî, îrade, serhildan, berxwedan û serketinê.”
‘DIVÊ EM MÎSYONA XWE YA PÊŞENG NÎŞAN BIDIN’
Tanit daxuyand ku operasyonên şoreşgerî, artêş û dewleta AKP’ê hejand û tevizand û wiha berdewam kir: “Ligel wan berxwedana ku Rêber Apo li Îmraliyê pêş dixe ji tevayî berxwedêrên ji zîndanan re bûye hêza bilindkirina têkoşînê ya zîndanan ku ji bo têkoşîna me berxwedana zîndanan xwedî pîroziyeke mezine. Di 12’ê îlonê de grevên birçîbûnê yên hatin destpêkirin di 5’ê mijdarê de gihişt 10 hezaran. Armanca wan berxwedêran eve ku şert û mercên ewlekarî, tenduristî û azadiya Rêber Apo pêk bên, bi zimanê dayikê perwerde û dîsa bi zimanê dayikê li dadgehan xweparastin e. 65 roj in berxwedan berdewam dike. Her kêliya diçe rewşa berxwederan a tenduristiyê xera dibe. Dewlet û hukûmeta AKP’ê berxwedan û armancên berxwedêran ji nedîtive tê. Li ser vê esasê em wek gelê Kurd û bi taybet jinên ciwan di pêşxistina serhildan û bilindkirina têkoşînê de divê em rol û mîsyona xwe ya pêşeng nîşan bidin.”
Tanit bi bîr xist ku 1. Konferansa Jinên Ciwan di navbera 20-22’ê mijdarê de pêk hat û wiha got: “Konferansa me ya jinên ciwan bi şîara “Em di xeta Şehîd Berîtan de bibin milîtan, xwe bi rêxistin bikin û ber bi serketinê ve bimeşin” ku pêk hat. Di heman demê de, di kesayeta gerîllaya YJA-STAR Gulistan Fermerzî (Jîn Jîn) de diyarî jinên gerîlla yên li Şemzînan, Çelê û Cîlo jiyana xwe ji dest dane hate kirin. Yekeya Jinên Ciwan ku di bin banê Komalên Ciwan de wek Komîteyan xwe bi rêxistin kiribû, ji bo parastina jiyana azad a bi berdêlên mezin hatibû afirandin, di heman demê de li ser esasên rêxistinbûyîna jinên ciwan berfireh bibe û were bihêzkirin, nîqaş nirxandin û biryar hatin wergirtin û ber bi rêxistinbûyîna Komalên Jinên Ciwan ve çûye.”
Tanit, herî dawî da zanîn ku ew ê tu êrîş û zextên li ser gelê Kurd qebûl nekin û destûr nadin ku zextên li ser Kurdan pêş bikevin.