KNK: Rojbûna Îsa Mesîh Cejna Noelê pîroz be
KNK'ê cejna Noelê pîroz kir û got, "Em hêvîdar in ev roja pîroz bibe sedema aştî, aramî, xêr û xweşiya mirovahiyê li her devera cîhanê.
KNK'ê cejna Noelê pîroz kir û got, "Em hêvîdar in ev roja pîroz bibe sedema aştî, aramî, xêr û xweşiya mirovahiyê li her devera cîhanê.
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya Cejna Noelê ya civaka Xiristiyan peyamek weşand.
Di peyamê de hate gotin, "Rojbûna Îsa Pêxember di cîhana Mesîhiyê (Xiristiyaniyê) de rojeke pîroz e. Bi vê armancê 25'ê Kanûna Pêşî weke roja bûyîna Îsa Pêxember tê pîrozkirin. Rojên pîroz ên dînî, di hemû dînan de bihadar in, meqbûl in. Her dîn, van rojên xwe yên girîng bi coş û sahî û seremoniyên mezin li nav xwe û perêsgehên xwe pîroz dikin."
KNK'ê bibîr xist, ku li Kurdistanê nifûseke qelebalix a bawermendên Îsa Pêxember û kitêba pîroz Încîlê hene û got, "Ew welatiyên bi qedr û qîmet in. Di nava KNK'ê de jî welatiyên Îsawî têne temsîl kirin."
Konseya Rêveber a KNK'ê da xuyakirin, ku cejna Noelê nêzî 2000 sal in li Kurdistanê tê pîrozkirin û bûye yek ji cejnên sereke yên li Kurdistanê.
Di dawiya peyamê de hate gotin, "Bi munasebeta vê roja pîroz, KNK di serî de Noela Mesîhiyên Kurdistanê û ya hemû Mesîhiyên dinyayê bi rêz û hezkirineke bilind pîroz dike. Hêvîdar in ev roja pîroz bibe sebeda aştî, aramî, xêr û xweşiya mirovahiyê li her dera cîhanê."