Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Evdal (PSAKD) Kemal Bulbul diyar kir ku ew piştgiriyê dide girtiyên di greva birçîbûnê de û bal kişand ku ser nêzîkatiyên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan a li hemberî grevên birçîbûnê û diyar kir ku hişmendiya yekperest û nijadperest cezayê îdamê aniye rojevê, ev yek cihê şermê ye. Bulbul got: “Serokwezîr gef dixwe û dibêje ‘ger hûn greva birçîbûnê bidomînin ez ê îdamê bînim.”
Greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd a bêdem û dorveneger ket roja 66emîn. Di her carekê de hukûmeta Tirk heqaretê li hemberî baweriyên din ên li Tirkiyeyê dike. Yek ji van baweriyan jî Elewî ne. Serokê Giştî yê PSAKDê Kemla Bulbul bal hişand ser hişyariya Elewiyan û diyar kir ku elewî bi awayê şexsî û bi awayê sazî jî piştgirî didin grevên birçîbûnê.
Bulbul da zanîn ku serokên giştî yên PSAKD, Federasyona Elewiyên Bektaşî, Komeleyên Çandê yên Elewiyan, Komeleya Jiyanadina Çanda Elewiyan çûne serdana greva birçîbûnê wekîlan a di avahiya KCDê de û da zanîn ku wana ji bo hevdîtinê bi girtiyan re pêk bîne 12ê mijdarê serî li Wezareta Dadê dane. Bulbul da zanîn ku ew weke Elewî daxwazên girtiyan wek daxwazên di cih de û mirovahî dibînin û weke têkoşîneke demokratîk bi nav dikin. Bulbul got: “Em li gel wan in.”
XWE PADÎŞAH DIHESIBÎNE
Bulbul da zanîn ku li hemberî grevên birçîbûnê ne helwestek mirovahî ne jî yeke siyasî ya Serokwezîr tune ye û got: “Serokwezîr bi gotinên kebaban dixwin bila hine kîlo bidin... hema bêje tinazên xwe bi wana dike. Divê Serokwezîr tedawiya derûnî bibîne. Xwe weke padîşah dibîne. Dibêjin dê perwerdehiya zimanê zikmakî welêt parçe bike. Gelo ji bo welatê te parçe nebe ez ê bi zimanê xwe neaxivim? Lê gelek mînakên vê yekê hene. Li hin welatan 4 zimanên fermî hene.”
ÎDAM GEF E
Bulbul got: “Serokwezîr gef dixwe û dibêje ‘ger hûn greva birçîbûnê bidomînin ez ê îdamê bînim” û wiha domand: “Serokwezîr dibêje we bi grevên birçîbûnê rojevek çêkir. Ev rojev min dixe tengasiyan. Ez hin tiştan nas dikim. Ji bo hûn vê nekin ez ê cezayê îdamê bînim rojevê.”
ERDOGAN KETIYE PEY QIRATLÎ, PADÎŞAHTIYÊ
Bulbul da zanîn ku Serokwezîr dixwaze ji huqûqê heta darazê, rêveberî, qanûndanîn, tenduristî, perwerde, çand, jiyana baweriyan hemû di guztîla wî de be û got: “Serokwezîr hemû saziyên dewletê betal kiriye” û diyar kir ku ji bilî “qiraltî, padîşahtiyê” tu pênaseyek din a vê yekê tune ye.”
Bulbul destnîşan kir ku ji bo ew bikarin pêşî li faşîzma yekperest bigirin, divê hemû bi hev re bi aqileke hevpr û bi hêzeke hevpar, bi hewldaneke hevpar tevbigerin.