KCDK-E: Bi girtina televîzyonan re xwe ji bo komkujiyên mezin amade dikin
KCDK-E girtina televîzyona YOL TV şermezar kir û got, "Eger pêşî lê neyê girtin û berxwedaneke civakî neyê kirin, wê komkujî û qirkirinên mezin bikin."
KCDK-E girtina televîzyona YOL TV şermezar kir û got, "Eger pêşî lê neyê girtin û berxwedaneke civakî neyê kirin, wê komkujî û qirkirinên mezin bikin."
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) li ser girtina Yol TV îro daxuyaniyek enivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, girtina qenalên televîzyonê û birîna dengê beşên cuda yên civakê, ji bilî dîktatoriya faşîst nayê ti wateyê û hat gote gotin, "Dewleta AKP'ê ya xwedî mejiyê tekkirin û çavtirsandinê, bi êrîşên xwe yên topyekûn nikare xwe li dengekî dijber rabigire. Eşkere ye, dewleta Tirk a xwedî zîhniyeta qirkirinê, wê êrîşên xwe yên li dijî civakê bi rengekî bêperwa bidomîne."
KCDK-E diyar kir, hewl tê dayîn çapemeniya Kurd, Elewî û demokrat a li Tiriyeyê were bêdengkirin û destnîşan kir, ku bi girtina qenala Yol TV re dixwazin dengê Elewiyan bibirin.
Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin, AKP/Qesr dixwaze bi komkujî û qedexeyan her kesî teslîm bigire û hat gotin,"Eger pêşî lê neyê girtin, eger berxwedaneke civakî neyê kirin, ev komkujî û qirkirin wê roj bi roj mezintir bibin."
BANGA BERXWEDAN Û TÊKOŞÎNA HEVPAR
Di dawiya daxuyaniya KCDK-E de hate gotin, "Em ji kîjan, deng, reng û zimanî dibin bila bibin, eger têkoşîna xwe hevpar nekin û tevgera berxwedanê û demokrasiya civakî nikaribin bi rêxistin bikin, divê were zanîn ku di hedefê de ne tenê Kurd, hemû mûxalîf hene.
Lewma weke KCDK-E em bang dikin, ku cihêrengiya xwe weke dewlemendiyekê bibînin, li dijî her şêwe zext, şîdet, asîmîlasyon û dîktatoriya faşîst, têkoşîn û berxwedaneke hevpar bê meşandin."