Nûçeya Lezgîn: Koma Aştî û Civaka Demokratîk: Em bi îradeya xwe ya azad çekên xwe îmha dikin

Kampanyaya îmzeyan li Moskowa û Marburgê didome

Kampanyaya îmzeyan li Moskowa û Marburgê didome

Kampanyaya îmzeyan a “Ji Ocalan re Azadî” li paytexta Rûsya Moskowê û bajarê Almanya Marburgê berdewam dike.

Kampanyaya “Ji Ocalan re Azadî” ya di meha îlonê de ji aliyê Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî di qada navneteweyî de hatibû destpêkirin, li Rûsya û Ewropayê berdewam dike.

Kurdistaniyan li Qada Lehengên Şoreşga 1905 ya Moskowê stand vekirin û ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi sedan îmze berhev kirin. Li qadê stand û posterên Ocalan balê kişandin ser xwe.

Her wiha, li bajarê Almanya Marburgê jî bi pêşengiya YXK û Meclîsa Gelê Kurd a Marburgê kampanya berdewam dike û gelek îmze hatin berhevkirin. Tê payîn ku heta Newrozê bidome.