Jinên Tîrêjên Rojê li faşîstan, polîsan û bazirganên narkotîkê xistin

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriya Tirk silav kir û ragihand ku li Amed, Stenbol, Kocaeliyê 13 wesayit û febrîqeyek şewitandine, li dijî wesayiteke zirxî jî çalakiya bombeyî kirine.

Di daxuyaniya însiyatîfê de hate gotin, "Em Pêngavên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê silav dikin û soz didin ku em ê berxwedana wan li bajaran geş bikin."

Însiyatîfê bang li jin ên ciwan û her kesî kir ku biherikin nava refên gerîla, li nava bajaran jî cihê xwe di nava berxwedanê de bigirin û têkildarî çalakiyan ev agahî parve kir:

"20'ê Nîsanê li taxa 5 Nîsanê ya Amedê li dijî firoşkarên narkotîkê çalakî hate kirin û kesê bi navê 'Uso' hate cezakirin.

21'ê Nîsanê li taxa Şeyh Şamil a navçeya Baglar a Amedê li dijî malek û kargehek ku bazirganiya narkotîkê lê dihate kirin çalakî hate kirin, 2 kes hatin cezakirin.

22'ê Nîsanê li taxa Bagivar a li ser rêya berê ya Amed-Farqînê li dijî wesayiteke zirxî çalakiyeke bombeyî hate kirin. Wesayit qulibî, hejmara mirî û birîndarên dijmin nehate tespîtkirin.

25'ê Nîsanê li Tûzla ya Stenbolê otoparkek AKP'iyan bû hedefa çalakiya yekîneyên me, 7 wesayitên tê de hatin şewitandin.

26'ê Nîsanê li Beykoz a Stenbolê 6 wesayitên luks ên karsazên AKP-MHP'î hatin şewitandin.

26'ê Nîsanê li Dîlovasiy ya Kocaeliyê febrîqeyeke deterjanê ya faşîstan hate şewitandin."