Nûçeya Lezgîn: Koma Aştî û Civaka Demokratîk: Em bi îradeya xwe ya azad çekên xwe îmha dikin

Ji YJA’yê banga berxwedana civakî

Ji YJA’yê banga berxwedana civakî

Koordînasyona YJA’yê diyar kir ku faşîzma AKP’Ê ji bo ku berxwedana zindanan a bi rumet bişkîne di nava hewldaneke xeter û mezin de ye û banga berxwedaneke civakî ya bi hêz kir.

Koordînasyona YJA’yê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got: “Em berxwedana zindanan bi hemû helwestek û biryara xwe silav dikin. Dema mijar ji bo gelê me ji bo jinan dibe azadî di her şert û mercî de bdena xwe didin ber mirinê.”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di rewşên weke tunekirina îradeya civaka kurd û nasnekirina kurdan her tim bûye sedema têkoşîna me. Di esasa vê berxwedana civakî de pêş ve çûye û heta roja me ya îro hatiye. Em weke civakê k udi vê berxwedana civakî de israr kiriye îro jî li hemberî êrîşên faşîzan yên li hemberî nirxên me yên azadî dîsa di nava hewldaneke mezin de ne.”

Koordîasyonê destnîşan kir ku ev têkoşîna civakî îro li zindanan bi biryar û îdiayeke mezin didome û di pêşengiya çalakiya berxwedana mezin de hatiye asteke cuda. Koordîsyonê wiha got: “Mirovên herî xweşik yên dilên me bedena xwe dane ber mirinê û ev jî bi armanca azadiya me pêk were, tê kirin. Ji bo ku ev çalakiyên berxwedanê ku di esasa ne mirin, jiyan, ne şer aştî de pêk tên, bigihêje serkeftinê di serî de gelê me û hemû aliyên demokratîk divê din ava têkoşînê de bin.”

Di dxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin: “Hikûmeta AKP’ê ku vê berxwedana zindanan ji nedîtîve tê helwseta xwe ya faşîzan dîsa zêde kiriye. Erdoganê alîgirê şer bi helwesta xwe ya dijî mirovane neçareserî kûrtir kiriye. Desthilatdariya AKP’ê di polîtîkaya derve û hundir de têk çûye û îflas kiriye. Faşîzma AKP’ê, wijdana wan arizyayê û zimanê wan yên tuj û tund, nêzîkatiya wan a ku nirxên exlaqî nas neke di şexsê Erdogan de din ava êrîşeke mezin de ye. Bi awayekî qirêj di serî de êrişê Rêber Apo û nirxên me yên azadiyê dike.

AKP AMADEKARIYA LÎSTIKEK XETER DE YE

Faşîzma AKP’ê ji bo ku berxwedana bi rûmet ya zindanan bişkîne di nava amadekariya têkoşîneke bi xeter û mezin de ye. Rê li ber encamên bi xof vedike. Ligel ku dizane di mudaxaleyeke biçûk ya zindanan de encamên pir giran dê derkeve holê jî amadekariya lîstikek bi xeter dike. Enceq gelê me vê lîstikê vala derxîne. Di vê esasê dem bang li gelê xwe dikin ku bila bi berxwedaneke mezin xwedî li berxwedêrên zindanan derkevin. Divê bi sedan kes li dora zindanan bibin xelek. Divê li ber hemû zindana bendan bê avakirin û bibin mertalê zindî.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em jinên kurd ligel hemû êş û êrîşan di her şert û mercî de têkoşîna me domiya û me heqîqeta xwe bi dest xist. Ev di heman demê de rêgeza esas û bi rumet ya mirovahî ye. Em bi têkoşîna xwe dikarn Rêber Apo azad bikin û bi ser bikevin. Ji bo ku berxwedana zindanan bigihêje serkeftinê hewcehî bi berxwedana topyekun heye. Di vê esasê de di serî de jin û hemû gelê me ji 17’ê mijdarê û şûnde bi hêzeke mezin tevli berxwedana civakî bibin.”