Ji sendîkayan û rêxistinên pîşeyî li Taksîmê bîranîn

Sendîkayan û rêxistinên pîşeyî li Meydana Taksîmê kesên ku 1'ê Gulana 1977'an hatin qetilkirin bi bîr anîn.

Sendikayên karker û karmendan, rêxistinên pîşeyî yên weke DÎSK, KESK, TMMOB, TTB û Pêkhateyên 1'ê Gulanê kesên ku 1'ê Gulana 1977'an hatin qetilkirin bi bîr anîn.

Seroka DÎSK'ê Arzû Çerkezoglu, Hevseroka KESK'ê Aysûn Gezen, wekîlên HDP'ê Serpîl Kemalbay, Oya Ersoy, Zuleyya Gulum, wekîlên TÎP'ê Bariş Atay û Ahmet Şik û nûnerên sendîkayan li bîranîna li Taksîmê hazir bûn.

Nûnerên sendîkayan û wekîlan bi çelenga 1'ê Gulanê bi qerefîlên sor bi dirûşmên ''Her Dever Taksîm her dever 1'ê Gulanê'', ''Cîhan wê bihejije ku jin azad bin'', ''Jin jiyan azadî'', ''Bijî 1'ê Gulanê'' heta bi Bîrdariya Taksîmê meşiyan. 

Kom dema ku gihaştî ber bîrdariyê bi yek dengî ''Sirûda 1'ê Gulanê'' xwendin û ji bo kesên ku hatine qetilkirin deqeyekê rêz girtin.