Ji girtiyên ji doza MLKP’ê ji bo girtiyên Kurd piştgirî

Ji girtiyên ji doza MLKP’ê ji bo girtiyên Kurd piştgirî

Girtiyên ji doza MLKP’ê bi armanca piştgiriya ji bo greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd a ku ji 12yê îlonê ve hatiye destpêkirin, ji 12yê mijdarê ve dernakevin hevdîtinan.

Girtiyên ji doza Partiya Marksîst, Lenînîst û Komunîst (MLKP) bi armanca piştgirî bidin greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd ji 12yê mijdarê ve dernakevin hevdîtinana. Girtiyên MLKPê da zanîn ku heta çalakiya girtiyên ji doza PKK û PAJKê bidomin, dê çalakiyên wan jî bidomin.