Ciwanên yên PJAKê (Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê) bi armanca balê bikişînin ser grevên birçîbûnê li Stockholmê li ber Parlementoya Swêdê çalakiyek li dar xistin. Ciwanên Kurd belavok belav kirin û îmze berhev kirin.
Komek ciwanên PJAK'î li ber Parlamentoya Swêdê li hev kom bûn û belavok belav kirin. Ciwanan di çalakiya xwe de raya giştî ya Swêdê derbarê greva birçîbûnê û helwesta rejîma AKP’ê ya li hemberî greva girityên Kurd de agahî dan.
Ciwanan her wiha îmze berhev kirin û gelek belavok belav kirin.