Ji çalakiya birçîbûnê ya Lyonê re çalakiya piştgiriyê

Ji çalakiya birçîbûnê ya Lyonê re çalakiya piştgiriyê

Kurdên li bajarê Lyonê yê Fransayê dijîn ji bo balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê ya li girtîgehên Tirk çalakiya birçîbûnê ya sê rojî dan destpê kirin.

Çalakiya birçîbûnê ya li qada Bellecour di demjimêr 9’an de destpêkir, 12 çalakvanên Kurd tevlîbûn. Ji bilî van çalakvana Kurdên ku tevlî çalakiya yek rojî bûn hene.

Hate ragihandin ku, bi dirêjahiya çalakiya birçîbûnê ya li Lyonê ji bo hîstiyariyê zêde bikin dê xebatên agahdarkirina rayagiştî bimeşînin.

Dê çalakiya birçîbûnê şeva Çarşemê di demjimêr 18’an de bi mitîngekê bidawî bibe.