Ji bo doza gerînendeyan xwendina yekem

Dozger der barê aktivîstê mafê mirovan Şener Yûrdatapan de ku ji bo piştgiriyê bide Rojnameya Ozgur Gundem rojekê rêveberiya nobeda gerînendetiya weşanê kiribû, ji “Propagandayê” ceza birî.

Lêpirsîna aktivîstê mafê mirovan Şener Yûrdatapan ku ji bo piştgiriya Rojnameya Ozgur Gundemê rojekê rêveberiya nobeda gerînendetiya weşanê kir, li 22. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dewam kir.

Yûrdatapan ê ku parastina xwe kir, wiha got: “Agahîdayîn, hem maf hem jî wezîfeya rojnamevan e. Ev di heman demê de wek mafê agahîgirtinê azadî û heqê me hemûyan e.”

Di dawiya rûniştinê de dozger bi îdîaya “Propagandaya rêxistinê kiriye” der barê Yûrdatapan de biryar da ku bê cezakirin.

Dadgehê, ji bo parastinê rûniştin taloqî 13’ê Çileya 2017’an kir.