Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serlêdanên nû hatin kirin

Parêzer, malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdanên nû kirin.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez, Nevroz Ûysal û Serbay Koklu ji bo karibin roja Duşemê muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç jî bi heman daxwazê serlêdana hevdîtinê kirin.

Xizmên girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildizim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî bi rêya parêzerên xwe serî li dozgeriyê dan û daxwaza hevdîtinê kirin.

Ji 14'ê Adarê dema belavbûna îdîayên li ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û vir ve daxwaza ji bo "hevdîtina bi lezgînî" timî tê dubarekirin.

Her wiha heta niha 2 caran serî li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê hatiye dayin.

Heta niha ti bersiv ji serlêdanan re nehatiye dayin.