Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê hate dayin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, Îbrahîm Bîlmez, Nevroz Ûysal û Serbay Koklu ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji 14'ê Adarê dema belavbûna îdîayên li ser tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 21 caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê û Wezareta Edaletê hatiye dayin. Her wiha 2 caran jî serî li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) hate dayin.

Heta niha bersiv ji serlêdana parêzeran re nehatiye dayin.