Ji bo biçin Îmraliyê parêzeran serî li dozgeriyê dan

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Raziye Ozturk, Rêzan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Cengîz Yureklî ên ku parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan.

Ji 14’ê Adarê ve dema ku îddîayên li ser şertên tendirustî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû belavkirin, daxwaza hevdîtina bi lezgînî tê dubarekirin. Ligel ku gelek caran serlêdan hatibe kirin jî heta niha ne bersiveke erênî û ne jî ya neyînî nehatiye dayîn.

Parêzer piştî 8 salan cara pêşîn di 2’ê Gulana 2019’an de û di heman salê de di 7’ê Tebaxê de bi muwekîlên xwe rûniştibûn.

Ji ber nerazîbûnên li raya giştî Rêberê Gelê Kurd di 25’ê Adarê de telefonî birayê xwe Mehmet Ocalan kiribû û piştî demeke kurt telefon hatibû qutkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê bi hinceta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ‘Nexşerê’ li parastina xwe ya li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya di sala 2009’an de zêde kiribû, di 23’ê Îlona 2020’an de hevdîtina wî ya bi parêzeran re heta 6 mehan qedexe kiribû. Qedexeya hevdîtinê di 23’ê Adarê de qediya lê dîsa jî ji bo daxwaza hevdîtinê tu bersiv nayê dayîn.