Sekreterê Yekîtiya Weşangerên Navneteweyî (IPA - International Publishers Association) Benoît Muller, li ser navê PEN International, Centro PEN della Svîzzera Îtalîana e retoromancio, PEN centre suisse romand ve DeutschSchweizer PEN Zentrum bi daxwaznameyeke serî li Raportorê Taybet ê Azadiya Ramanê yê Komîsyona Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbîyî (OHRC-NY) David Kaye da û xwest beşdarî rûniştina doza nivîskar Asli Erdogan û Necmiye Alpay bibe.
Muller di daxwaznameya xwe de diyar kir ku ew dixwazin beşdarî doza Asli Erdogan û Necmiye Alpay ên dozên wan di 29'ê Kanûnê de li 23'emîn Dadgehên Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin bibin.
Muller anî ziman ku Asli Erdogan ji ber 4 nivîsên xwe û Şêwirmendiya Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê hatiye girtin û ji wê cezayê muebetê tê xwestin. Muller, anî ziman ku Erdogan di yek hucreyê de tê girtin û wekî wê zimanzan û nivîskar Necmiye Alpay ji ber endama Komîteya Weşana Rojnameya Ozgur Gundemê ye girtî ye. Muller da zanîn ku dema wan xebata qadê dikir xwestin Asli Erdogan ziyaret bikin lê ev daxwaza wan red redkirin û ji ber vê yekê ew xemgîn in. Muller got, "Em dixwazin li ser navê we wekî heyetek nûner biçin rûniştina dozê."