Hezer: Dewlet di halê berdest de têk çûye!
Wekîla HDP’ê Hezer li Wuppertalê di civîna gel de axivî û got, ‘’Di rewşeke wiha şepirze de ne ku dewlet niha têk çûye. Ji bo vê jî ev qas êrîşan bi faşîstan û nîjatperestan dikin.’’
Wekîla HDP’ê Hezer li Wuppertalê di civîna gel de axivî û got, ‘’Di rewşeke wiha şepirze de ne ku dewlet niha têk çûye. Ji bo vê jî ev qas êrîşan bi faşîstan û nîjatperestan dikin.’’
Li Wuppertal a Elmanya Wekîla HDP’ê ya Wanê Tûba Hezer di civîneke gel de axivî û got
Dewleta Tirk li aniha têk çûye.
‘’DI REWŞEKE ŞEPIRZE DE NE’’
Hezer bal kişande ser wê ku dewlet di rewşeke şepirze de ye û got, ‘’Di rewşeke ew qasî şepirze de ne ku niha dewlet di halê berdest de têk çûye. Ji bo vê jî ev qas êrîşan bi faşîst û nîjatperestan didin kirin. Di hêla ekonomiyê de têk çûne. Li tevahiya dinyayê tikîtenê maye, em behsa hişmendiyeke wiha dikin. Li dijî vê jî Kurd hene ku bi gelên din re her roj li her deverê li dijî DAIŞ’ê şer dikin. Hemû dinya Kurdan bi vî awayî dixwîne. Ku li Sûriyê biryar were standin li wir wê Kurd hebin, em bi vê dizanin. Niha yek ji tişta ku dikeve ser me ev e ku em em hêz bidine vê fersenda erênî.’’
‘EM Ê BÊ TIRS Û BIRYARDARÎ TÊKOŞÎNÊ GEŞ BIKIN’
Hezer bi berdewamî got, ew dixwazin moralê wan têk bibin lê ku ew bi reşbînî nêzîk bibin ew ê jixwe bidine pêşiya wan; ‘’ji ber ku hêsantir e civakake xemgîn, bêhêvî, moralşikestî têk bibin. Ji bo vê jî, ji bo ku em bitirsin şerê psîkolojîk dimeşînin, em paş ve vekişin. A ku li ser me dikeve ev e; em bê tirs, biryardar bi ser faşîzmê de biçin.’’
Hezer herî dawî bal kişande ser giringiya Kongra Netewî û got, ew weke HDP’ê dixwazin kongra netewî pêk were û yekîtiya Kurd were pêkanîn.