Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

HDP'yiyan serdana malbata Şenyaşar kirin

Wekîlê HDP'ê yê Dîlokê MahmutTogrul serdana malbata Şenyaşar kir û got ew li destekê didin daxwaza dadê ya malbata Şenyaşar.


Nobeta 'dad'ê ya malbata Şenyaşar a li ber Edliyaya Rihayê ev 37 roj in didome. 

Emîne Şenyaşar ku hevserê wê û 2 kurê wê ji hêla wekîlê AKP'ê Aıbrahîm Halîl Yildiz û xizmên wî ve hatibûn kuştin û kurê wê Ferît Şenyaşar çalakiya xwe ya nobeta dadê li gel rojiyê jî di roja 37'an de didomînin.

Serdanên ji bo desteka li malbata Şenyaşar didomin. Îro jî wekîlê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrul û Rêxistina Bajêr a Dîlokê ya HDP'ê û ya DBP'ê serdana malbatê kirin.

Emîne Şenyaşar dema serdanê axivî û got, ''Çima cezayê nadin wan kesên ku em kuştin, çima dîmenên nexweşxanê dernaxînin? Ez vê neheqiyê hewalayî Xwedê dikim.''

Perîhan Yuzguldu jî ku birayên wê û bavê wê hatî kuştin got, ''Her tiştî vedişêrin, çima ev sê sal in aşkere nakin? Birayên min hatine kuştin, birayê min ê ku hatî girtin heke sûcê wî hebe bila werin du birayên min jî bigirin. Birayê min û bavê min bi hovîtî hatin kuştin. Em dadê dixwazin.''

Wekîlê HDP'ê yê Dîlokê Togrul jî got ji bo ku diyar bikin ew li pişt têkoşîna dadê ya Emîne Şenyaşar in hatine serdana wan. Togrul komkujiya beriya bi sê salan a li ber çavê her kesî pêk hatî bi bîr xist û got, ''Hovîtî kirin du dosya. Li nexweşxanê ji hêla xizmên wekîl Halîl Ibrahîm Yildiz ve li gel ku  li ber çavê amirên milkî komkujî hate kirin jî dozgeriyê heta niha yek dosya venekiriye. Di qeydên nexweşxanê de her tişt heye. Dozger li gel ku got, ''23 kes hatine tespîtkirin'' jî doz nayê vekirin .Ev ne dad e, ev hiqûqa xurtan e. Hêza xwe bi kar tînin û nahêlin dozeke têkilî nexweşxanê were vekirin. Hiqûqa xurtan nahêle ku dadmendî pêk were.''

Togrul her wiha got ew li pey daxwaza dadê ya malbata Şenyaşar in.