HDP'ê Roja Rojnamevaniya Kurdî pîroz kir

HDP'ê Roja Rojnamevaniya Kurdî pîroz kir û got, ''Dîroka çapemeniya Kurd, her wiha parçeyek ji dîroka ronîbûn û berxwedaniya Kurd e.''

Ji bo Roja Rojnamevaniya Kurdî HDP'ê peyamek belav kir û vê rojê li rojnamevanên Kurd pîroz kir. 

Peyama HDP'ê ya ku bi îmzeya Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê û Berpirsê Komîsyona Çapemeniyê Tayîp Temel hatiye belavkirin wiha ye: 
 
"Di 22’yê Nîsana 1898’an de Mîqdat Mîdhed Bedirxan li Qahîreyê, di nav şertên mişextiyê de, rojnameyeke bi navê Kurdistanê derxist û mohra xwe li dîroka çapemenî û rewşenbiriya Kurdî ya sedsala 20’an xist. 5 hejmarên pêşîn ên rojnameyê di şert û mercên dijwar de li Qahîreya paytexta Misrê hatin derxistin, lê piştî zext û zordariyên Dewleta Osmaniyan hêjmarên wê yên 6-31’an ji aliyê Ebdurrehman Bedirxan ve li Swîsreyê û Inglistanê hatin derxistin. Di rojnameyê de piştî demekê nivîs û nûçeyên bi Tirkî yên zêdetir behsa despotiya Siltan Abdulhemîd dikir jî hatin weşandin. Bêguman ev rojname di hişyarbûna neteweyî ya Kurdan de bandoreke mezin li rewşenbîriya Kurdî û tevgerên Kurdan kiriye. Herwiha Rojnameya Kurdistanê dergeheke nû li qonaxa modern a Kurdan vekir û ji bo gelek rêxistin, sazî û dezgehan bû îlhameke mezin. 22’yê Nîsanê û Rojnameya Kurdistanê ji ber vê karekterê xwe yê dîrokî û damezirîndêr, ji sala 1973’yan heta niha wek Roja Rojnamevaniya Kurdî tê qebûlkirin û pîrozkirin. Ev 123 sal in bi hezaran rojnamevanên Kurd di riya ku Mîqdat Mîdhed û Ebdurrehman Bedirxan vekirine de bi biryar dimeşin û vê mîrateya wan, ligel hemû zext, zordarî û sansûrê roj bi roj bi pêş ve dibin.

Li ser rêça Rojnameya Kurdistanê, heta îro bi hezaran kovar û rojnameyên Kurdî hatin derxistin. Gelek nivîskar û rewşenbîr di bin ronahiya vê tradîsyonê de, fikr û ramanên xwe bi gelê xwe re parve kirin. Ji Rojnameya Kurdistanê heta îro, rojnamegerî di heman demê de bûye xeteke têkoşîn û berxwedanê. Li dijî rûreşiya desthilatdarên faşîst, Rojnamevaniya Kurdî şopa li ser heqîqetê bi bawerî û dilsozî didomîne. Ji ber vê taybetmendiya xwe, îro karakterekî xweser ê Rojnamevaniya Kurdî çêbûye: ev karakter li ser welatparêzî, heqîqet û wêrekiyê berz û bilind dibe.

Rojnamevanên Kurd wek doh îro jî berxwedana xwe didomînin; li dijî qedexe, sansûr, tirsandin û gefan rojnamevan tu carî ji riya heqîqetê venegerin û têkoşîna xwe berdewam dikin. Rojnamevanên Kurd bi xebat û xîreta xwe nehiştin êriş, kuştin û zext bên veşartin, bi fedakarî xizmeta gelê xwe kirin. Lewre ew her dem bûn hedefa gefên desthilatdaran; hatin kuştin, girtin, sirgûnkirin. Bi taybetî, li Tirkiyeyê, di tarîtiya salên 90’an de gelek rojnamevanên Kurd rastî êrişan hatin, bi dehan rojnamevanên Kurd hatin qetilkirin û girtin. Xwestin ku bawerî û vîna rojnamevanên Kurd bişikînin û wan ji şopa heqîqetê vegerînin, lê wan tu carî serî netewand û çok venedan.

Dîroka çapemeniya Kurdî, her wekî din dîroka rewşenbîrî û berxwedana gelê Kurd e jî. Ev berxwedan ji serê sedsalê heta salên 90’an, ji 90’an heta 2021’an didome. Di 20 salên AKP’ê de jî rojnamevaniya Kurdî her tim rastî astengkirin, sansûr û êrişan hat. Bi taybetî piştî 2016’an bi îlankirina Rewşa Awarte û bi BHQ’yan, AKP-MHP’ê hemû saziyên çapemeniya azad girtin. Dijminahiyeke mezin li hemberî çapemeniya Kurdî û zimanê Kurdî hat meşandin. Xwestin ku di serî de gelê Kurd û hemû gelên Tirkiyeyê bi derew û reşkirin û xapandinê bifetisînin, lê rojnamevanên Kurd, li her derê sînorên vê faşîzmê nas nekirin û îro jî bi serfirazî têkoşîna xwe didomînin.

22’yê Nîsanê, Roja Rojnamevaniya Kurdî di serî de li danerê çapemeniya Kurdî Mîqdat Mîdhed Bedirxan û hemû kedkarên çapemeniya Kurdî pîroz be. Di vê rojê de em di serî de Apê Mûsa, Hafiz Akdemîr Huseyîn Denîz û hemû şehîdên çapemeniya Kurdî bi rêzdarî bi bîr tînin û li ber bîreweriya wan û mîrateya wan a berxwedanê bejna xwe ditewînin."