HDP: Dengê Elewiyan nayê qutkirin
HDP, li dijî girtina Yol TV nerazîbûn nîşan da û got: “Ev rewş enceq bi têkoşîna hevpar a hêzên demokrasiyê bi dawî bibe.”
HDP, li dijî girtina Yol TV nerazîbûn nîşan da û got: “Ev rewş enceq bi têkoşîna hevpar a hêzên demokrasiyê bi dawî bibe.”
Cîgirê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûhan Olûç, têkildarî girtina Yol TV daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Biryara girtinê ya RTUK’ê ku ji bo Yol TV, tê wateya bêdengkirina televîzyoneke din a ku dengê civaka Elewî radigihand.”
‘TIRKIYE, DI LÎSTEYA REŞ DE BER BI RÊZA YEKEM VE DIÇE’
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî 15’ê Tîrmehê û şûn de saziyên nivîskî, dîtbarî û saziyên medyaya civakî jî di nav de zêdetirî 170 dezgehan hatine girtin û bi berdewamî:
“Qedexekirina dezgehên zimanê Kurdî, dezgehên Elewî û saziyên xwedî çand û baweriyên cuda, nayê qebûlkirin.
Ev bi awayekî zelal dide nîşandan ku Tirkiye bi îxlalên mafê mirovan ve di lîsteya navneteweyî de bi pêş ve diçe.”
‘ENCEQ BI TÊKOŞÎNEKE HEVPAR BÊ RAWESTANDIN’
HDP’ê bi vî awayî bang li hêzên demokrasî; kes û saziyên girêdayî rêgezên hiqûqa demokrasî û gerdûnî, mirovên xwedî wijdan û azadîxwaz û mafê mirovan esas digirin kir:
“Bi van pêkanînan, Tirkiye gav bi gav ber bi civakek û welatekî yek dengî, yek rengî ve diçe. ‘Rêveberiya yek zilamî’, ‘Yek civakî’, ‘Yek dewlet’ û ‘Yek desthilatdar’ ti eleqeya xwe bi demokrasiyê re nîn e. Ev rewş nayê qebûlkirin. Ev rewş enceq bi têkoşîna hevpar a hêzên demokrasiyê bi dawî bibe.”