HBDH: Hevrê Sînan Dersim tim li pey ya nû bû

HBDH'ê endamê Konseya Fermandariya HPG'ê Sînan Dersim bi bîr anî û got, "Tim li pey ya nû bû, tim lê digeriya ku çareyan bide pirsên berdest."

Komîteya Rêveber a HBDH'ê ji bo Sînan Dersim (Dalokay Şanli), Endamê Konseya Fermandariya HPG'ê, ku 27'ê Cotmeha 2020'an bi êrîşa ezmanî ya dewleta Tirk a dagirker şehîd bûyî peyama sersaxiyê da.

HBDH'ê di peymana xwe de got, ''Endamê Komîteya Rêveber a Tevgera me ya Şoreşa Yekbûyî hevrê Sînan Dersim, 27'ê Cotmeha 2020'an bi êrîşeke ezmanî ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû Serê gelên me, malbata hêja ya hevrêyê me, ya Hêzên Şoreşa Yekbûyî, yê bi sedan şervanên şoreşa yekbûyî ku bi ked, hewldana Heval Sînan çêbûne, sax be.

Cih û keda hevrê Sînan Dersim a li nav têkoşîna şoreşa yekbûyî ya Tirkiyeyê û Kurdistanê zêde ye. Ji wexta ku di nav HBDH'ê de bi peywir rabûyî û wir ve li nav avanîbûna navendî ya HBDH'ê de bi peywir û berpirsyariya mezin rabûye. Bêyî ku bibêje ev girîng e û ne girîng e, ji bo hemû hewcehiyên şoreşa yekbûyî bi şev û roj xebitî û bi keda xwe bû mînak. Geh bi çapemeniyê re têkildar bû geh rêxistiniya çalakiyên leşkerî kir. Geh ji bo gihandina şervanekî roj û hefteyên xwe dan geh jî di gavên herî krîtîk de bi berpirsyariya zêde rabû.

Hevrê Sînan bi aliyê xwe yê ku çareyan datîne, derdiket pêş, bi şoreşgeriya xwe ya pratîk, ji nav me, ji bo ku zemîna pratîkên têkoşîna yekbûyî biafirîne herî zêde hewl dida ew bû. Dema ku gotina xwe dikir xwedî îdîa bû, li pey gotina xwe dima, di pêvajoya bicihanîna gotina xwe de çêker bû, lêrawestiya bû.  Di pratîka HBDH'ê û pratîkbûna wê de, ku li her qasê derketî holê û zû dibe rêbertiya pratîk, ji hevê Sînan Dersim gelek tişt stand. Ji çalakiyên milîsê heta bi têkoşîna gerîla ya li bin sîwana fermandariya hevpar, ji wir heta bi xebatên têkoşîna rewa ya fiîlî ji bo hemû pratîka HBDH'ê were danîn rêya dirêj û sebr hewce dikir bi lêrawestîbûna wî, bi gavên wî yên ewqasî şeng tije ye.

Heval Sînan, ku yek ji fermandarê Şoreşa Yekbûyî bû, qîma xwe pê neanî ku bi rêbazên hînbûyî yên kevneşopî bersivê bide. Tim li pey ya nû bû, tim lê digeriya ku çareyan ji bo pirsên berdest bibîne.

Heval Sînan hevrê bû. Bi şoreşgeriya xwe ya şeng, bi pratîka ku ji rûtînê derdiket, dibû xwedî pratîkeke zindî û devliken, ji bilî hurmet û mesafeyê helwestên çêkirî yên burokratîk pûç dike, germahiya xwe da pêvajoya me ya hevrêtiyê. Bê hesab bi her pratîka xwe ya bi devlikenî û dilgermî, keda xwe zêde heye di têkoşîna şoreşa yekbûyî de û di pêvajoya hevrêtiyê de ku hevlayenî vê me hewl dide ku biafirînin. Li ser her hevrêyê xwe ku ku têkilî wan bûyî bîranînên bi dilgermî û ew çend devlkenî hişt.

Em li ber bîranîna şoreşger a hevrê Sînan bi hurmet û minet xwe ditewînin, di şexsê Wî û hevrêyên wî yên nemir de careke dî sond dixwin ku em ê bigihijin hedefê. Em ê xewn û xeyalên hemû hevrêyên xwe yên nemir bi cih bînin û Şoreşa Yekbûyî bi ser bixin.

Di şexsê hevrê Sînan de em ê hesabê hemû hevrêyên ku di têkoşîna şoreşa yekbûyî ya Tirkiyê û Kurdistanê de nemir bûne ji desthilata faşîst zêdetir bipirsin. Bi vê çarçoweyê bi çalakiyên şoreşger ku li ser navê hevrê Sînan Dersim me kirîn em ê planên faşîzmê ên paş ve birina şoreşa Yekbûyî xira bikin. Û teqez e wê ji Sînanekî bi hezaran Sînan biafirîne ku li dilê dijmin bikeve.

Di mewziyên gerîla de li çiyayan û bajaran, li bajaran di çalakiyên milîsan de, di çalakiyên 1'ê Gulanê de, di berxwedana karkeran de, di pratîkbûna têkoşîna azadiyê ya çewisandiyan de û di hemû qadên şer de hevrê Sînan Dersim û helwesta wî ya şoreşger wê tim rê şanî me bide.''