Gunay: DAÎŞ'ê nekarî bi Kurdan, hûn ê jî nikaribin pê

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay got, "DAÎŞ'ê nekarî Kurdan ji warê wan bike, yên ku ji ber DAÎŞ'ê reviyan jî wê nikaribin Kurdan ji cih û warê wan derxînin."

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay li navenda giştî ya partiya xwe civîna heftane ya çapemeniyê li dar xist bi kurmancî li ser rojeva tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan û pîlanên hewldana destwerdana li dijî Şengalê axivî. 

Di destpêka axaftina xwe de Gunay bi bîr xist ku Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ragihand ku li Derya Spî ji ber keştiyek noqî binê avê bû herî kêm 100 koçberî jiyana xwe ji dest dan.

Gunay di vê mijarê de got, "Tê gotin ku li ser bota noqî binê avê bû nêzî 130 koçber hebûn. Mixabin aqûbeta yên din hîn nayê zanîn. Saziyên çapemeniyê û derdorên pêwendîdar ev yek weke 'qeza'yê pênase kirin. Mixabin, ev qeza nîne û nabe ku ji bo gelan bibe qeder. Ev yek bûyereke kuştinê ye ku yên şer li gelan ferz dikin dibin sedem."
 
Di dewama axaftina xwe de Ebrû Gunay anî ziman ku hikumeta AKP-MHP'ê di polîtîkayên şer de dewam dike û got, "Her ku diçe polîtîkaya xwe ya tecrîdê kûrtir û belavtir dike. Binêrin greva birçîbûnê îro gihaştiye roja 146'an. Ev polîtîkaya tecrîd û îzolasyonê, ev zext û zordarî, ev faşîzm êdî sînorên dawî jî derbas kiriye. Li Tirkiyeyê hemû hikûmetan desthilatiya xwe ewilî li ser girtîgehan ferz kiriye û ji wir dest bi faşîzma xwe kiriye. Îro li girtîgehan mafên sereke yên mirovahiyê tên binpêkirin. Dijminatiya herî zêde li girtîgehan tê meşandin. Tu îrade, tu kesekî xwedî rûmet, êdî vê neheqiyê qebûl nake û li dijî van polîtîkayan li ber xwe dide.

Doh jî Saziyên Civaka Sivîl li ser rewşa girtîgehan daxuyaniyekê dan. Hemûyan bang li hikûmetê kir û got; 'Daxwazên rewa yên girtiyan qebûl bikin'.

Dawî li van polîtîkayên xwe yên tecrîdê bînin. Ji bo rewşa girtiyan zêdetir nekeve xeterê werin ser rêya edaletê. Rojek berî rojekê werin ser rêya heqîqetê. Tecrîda li ser birêz Ocalan rakin û pergala Îmraliyê êdî bi dawî bikin."

'DAÎŞ'Ê NEKARÎ KURDAN JI WARÊ XWE BIKE, YÊN JI BER DAÎŞ'Ê REVIYAN JÎ WÊ NIKARIBIN BIKIN'

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay têkildarî gef û hewldanên destwerdanê yên li ser Şengalê jî ev nirxandin kir:

"Bi sedan sal e Êzidiyên Şengalê li dijî planên tunekirinê li ber xwe didin û şerê man û nemanê dimeşînin. Heftê û çar caran rastî ferman, komkujî û koçberiyê hatin. Herî dawî di sala 2014'an de çeteyên DAÎŞ'ê komkujiyeke mezin pêk anîn. Gelê Şengalê jî piştî fermanê, ji bo parastina xwe rêveberiyeke xweser ava kirin û bi vî awayî heta îro parastina xwe kir. Lê belê îro jî desthilatdarên herêmê dixwazin bi lîstikên xwe aloziyê derxin û gelê Şengalê bixin bin kontrola xwe û wan bêparastin bihêlin. Em dibêjin: Biryar biryara gelê Şengalê ye. Gelê Şengalê kîjan statuyê bixwaze divê her kes rêzê li îradeya wan re bigire. Xweparastin û xweserî wekî hemû gelan mafê gelê Şengalê ye jî. Yên ku ji ber DAÎŞ'ê reviyan, piştî ku DAÎŞ hate têkbirin hewl didin li ser gelan bibin xwedî hikum. Helwesta rejîmên Iraq û Sûriyeyê şer sor dike. DAÎŞ'ê nekarî Kurdan ji cih û warê wan bike, yên ji ber DAÎŞ'ê reviyan jî wê nikaribin bikin."