Li Îrlandayê kurdê bi navê Giyas Serhat bi armanca piştgiriyê bide girtiyên di girevê de ne 3’yê mijdarê dest greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger kir.
Serhatê 46 salî ku 15 sal berê li Îrlandayê bi cih bû, bi armaca piştgiriyê dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorneveger kir û grev ket roja 13’emîn.
Serhat diyar kir ku ew hêvîdar e ku hikûmet dê heta roja 50’emîn bersivê bide daxwazên girtiyan û got: “Lê serokwezîrê tirk helwestek ne mirovane nîşan dide. Min jî dest bi grevê kir. Divê piştgiriya ji bo grevan bilindtir be û divê hamleya girtiyên di zindanan de bi heman rêbazê li Ewropayê piştgirî bidîta. Ez grevên birçîgûnê yê 3 rojan yên Ewropayê bi wateye lê ji derveyê pêvajoyê ye.”
Serhat wiha got: “Tehdît û mudaxeleyên AKP’ê tu feydeya wê tune. Tevgera azadiya kurd li her derê ye. Li çiyan, zindanan û Ewropayê. Kî dikare vê dengî qut bike?”
Serhat da zanîn ku du rê li ber hikûmeta AKP’ê ye û got: “An dê pirsgirêka kurd çareser bike an Jî dê di polîtîkayên xwe de berdewam bike. Çareserî jî ji Îmraliyê derbas dibe. Kurd girêdayê serokê xwe ne. PKK ji dilê kurdan derketiye. PKK kurd ji nû ve zindî kir. Heta ku geşedaneke erênî tunebe dê çalakiya min bidome.