‘Girtiyê nexweş Devrîm Ayik li ber sînorê mirinê ye’
Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê ya Şaxa Îzmîrê destnîşan kir ku rûviyên girtî Devrîm Ayik li ber rizînê ye û got: “Ayik li ber sînorê mirinê ye. Ji encamê desthilat berpirs e.”
Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê ya Şaxa Îzmîrê destnîşan kir ku rûviyên girtî Devrîm Ayik li ber rizînê ye û got: “Ayik li ber sînorê mirinê ye. Ji encamê desthilat berpirs e.”
Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, çalakiya xwe ya “Ji Girtiyên Nexweş re Azadî” ji ber pandemiyê bi awayekê onlîne lidar xist.
Komîsyonê di çalakiya xwe ya vê heftê de, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Devrîm Ayik ê li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê dimîne. Endamê Komîsyona Girtîgehê Ahmet Çîçek, rewşa Devrîm Ayik vegot.
Çîçek, diyar kir ku Ayik ê nexweş di Kanûna 2019’an de bi şert hat berdan û di Çileya 2021’an de cardin hat girtin û wî ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê şandin Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê. Çîçek, da zanîn ku ayik nexweşê giran ê Crohnê ye û got: “Ji ber şertên girtîgehê, nexweşiya Ayik lê giran bûye, rewşa wî gihaye sînorê mirinê û rûviyên wî dest bi rizînê kirine. Ji bo ku Ayik karibe li derve bê dermankirin û rewşa wî baş bibe divê demildest bê berdan.”