Girtiyan name şandin: Ceza, qedexe, êrîş, îşkence..
Girtiyan name ji ajansa me re şandin û qala tiştên bi serê wan ve tên kirin. Girtiyan gotin, jiyana wan li girtîgehê ne ewle ye û bang li raya giştî kirin.
Girtiyan name ji ajansa me re şandin û qala tiştên bi serê wan ve tên kirin. Girtiyan gotin, jiyana wan li girtîgehê ne ewle ye û bang li raya giştî kirin.
Rejîma AKP/Qesrê welat veguherandiye 'girtîgeha vekirî'. Li girtîgehan êrîş û binpêkirina mafan a bi ser girtiyan de zêde dibe. Girtiyên ku name şandin, diyar dikin ku ewlekariya wan a jiyanê nîn e û xwest bala her kesî li ser rewşa girtîgehan be.
Bi Rewşa Awarte û Biryarnameyên di Hukmê Qanûnî de (BHQ), ku AKP/Qesrê 15’ê Tîrmehê kiriye hincet, hiqûq tê binpêkirin. Girtîgehên li Kurdistanê û Tirkiyê bûne weke wargehên komkirinê. Li girtîgehan îşkence û miemeleya nebaş e kêm nabin.
JENDERME Û POLÎS BI SER KOXUŞAN DE DIGIRIN
Di nameyekê de ku ji Girtîgeha Şakranê ya Jinan ji bo ajansa me hatiye şandin, tê gotin, bi ragihandina Rewşa Awarte re, zexta li ser girtiyên siyasî zêdetir bûye. Di nameyê de tê gotin jandarma û polîs bi hev re bi ser koxuşan de digirin, firaxên wan li hev dixin û ziyanê didine wan, dest li ser name, defter, wêne, pirtûkan datînini, wan diqetînin lê li gel van hemû navtêdanan jî girtiyên siyasî bi xwînsarî nêz dibin û zemîna êrîşê belawela dikin.
JI BER LÊGERÎNA LI MAFAN CEZA TÊ DAYÎN
Di nameyê de tê gotin rêveberên girtîgehê û hêzên dewletê li lêgerîna mafê herî biçûk jî xwe nagirin, serî li cezayên disîplînê didin û ji vê jî armanc dikin ku înfaza girtiyan bişewîtinin, înfaza 2 girtiyên ku jixwe li girtîgehê de hatine şewitandin.
DESTÛR NADIN KU JI 3 KESAN ZÊDETIR DI WÊNEYEKÎ DE BIN
Girtiyan diyar kirin ku bi Rewşa Awarte re hevdîtina vekirî ya ku mehê carekê bû, kirine serê du mehan carekê, hevdîtinên ku saetek bûn daxistine 45 deqeyan, bi rêyên ne resmî dest li ser nameyan datînini û hewl tê dayin ku têkiliya wan bi jiyana derve re were birîn. Girtiyan diyar kirin ku bi tehliyeyan cihên ku vala dimînin, nahêlin hevalan wan li cihê vala bigihijin hev, hatiye qedexekirin ku ji 3 kesan zêdetir di heman wêneyî de bin, têkiliyên di navbera koxuşên din de hatiye astengkirin û ev hemû kirin jî weke tecrîdê têne nirxandin.
NIVÎN NÎN IN, BI DEHAN GIRTÎ LI ERDÊ RADIZIN
Di nameyeke dî de ku ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Nimro 2, Bandirmayê hatiye, tê gotin, ji ber sedema girtinan û mixextiyê li odeyên 12 kesî 21 kes dimînin, ji ber sedema zêdebûna hijmarê, li her odeyê bi kêmanî 3 kes, ji ber ku cihê razanê nîn e, li erdê radizin. Di nameyê de agahî tê dayin, ji bo ku girtîgeh weke cihê mişextkirinê hatiye diyarkirin, girtiyan mişextî girtîgehên weke Sîncan, Kirikkale, Amed, Osmaniye, Tekîrdag, Edîrneyê dikin, girtiyên mişextkirî çawa ku têne girtîgehê, leşker û qerdiyan êrîşê dibine ser wan.
Di nameyê de agahî tê dayin, li girtîgehê 235 kes hene, ji ber zêdebûna hijmarê, li ber tiwalitê û serşokê ji neçarî dor çêdibe, heftiyên pêşî ji ber ku kursî nedane girtiyan, neçar mane ku 2 heftiyên pêşî xwarinê li ser piyan bixwin.
HEVDÎTIN BI KÊFÎ TÊNE ASTENGKIRIN
Girtiyan diyar kirin ku heqê telefonê yê ku heftiyê carekê bû, kirine 2 heftiyan carekê rojname, televizyon têne astengkriin, heqê hevdîtinê yên bi sê hevalan re ji wan hatiye standin, destûr nayê dayin ku hin girtî hevdîtinê bikin, li odeyên ku bi parêzeran re hev dibînin, kamera, dengê guhdarkirinê, qerdiyan hatine bicihkirin, ji bo vê sedemê jî ew nikarin li van odeyan bi parêzeran re hev bibînin.
EWLEKARIYA WAN A JIYANÊ NÎN E, BANGA LI RAYA GIŞTÎ
Herî dawî girtiyên siyasî diyar dikin ku ewlehiya wan a jiyanê nîn e, bang li raya giştî ya Kurdistanê û dinyayê kirin ku bihîstyar bin.