Girtiyan li dijî qedexeyên kêfî banga bihistyarbûnê kirin

Girtiyên siyasî yên di Girtîgeha Tîpa T a Wanê ji bo bidawîkirina qedexeyên kêfî banga bihistyariyê li raya giştî kirin.

Girtîgeha Tîpa T a Wanê ya ku her dem bi pêkanînên keyfî, binpêkirinên mafan, zext û êrişan tê rojevê, vê carê bi pêkanîn û qedexeyek nû ket rojevê. Rayedarên girtîgehê wêneyên bi nameyan re ji bo girtî û hikumxwaran hatibûn şandin, nedan girtiyan. Komîsyona xwendina nameyan, bi hinceta “Paşnavê kesên wêne şandine,ne wekî yên girtiyan e” nameyan nadin girtiyan.

Girtiyên ku ev rewş bi navbeynkariya malbatên xwe ragihandin, ji bo bi dawî anîna van pêkanînên keyfî banga hestiyariyê li raya giştî kirin.