Girtiya di greva birçîbûnê de banga xwedîlêderketina çalakiyê kir

Tûba Sert a li Girtîgeha Tarsûsê di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku ji ber greva birçîbûnê cezayê dîsîplînê li wan tê birîn û banga xwedîlêderketina berxwedana li zindanan kir.

Tûba Sert a li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê de ye, di hevdîtinê de ya bi telefonê ji malbata xwe re qala çalakiyên greva birçîbûnê kir. Grevên birçîbûnê ya li girtîgehan ji bo rakirina tecrîdea Îmraliyê û li dijî binpêkirinên mafên mirovan di roja 146’an de didome.

Sert diyar kir ku ev çalakî bi xurtî didome û banga xwedîlêderketina çalakiyê kir. 

Sert diyar kir ku li qawîşa C-6’ê 9 girtî hene û 6 girtî di greva birçîbûnê de ne. Sert got “Girtiyên dikevin greva birçîbûnê nexweşiyên wekî serêş, mîgren û êşa zik li wan peyda dibe. Bijîşkê girtîgehê li hemberî me helwesta xwe ya neyînî didomîne. Ji ber ku em dikevin greva birçîbûnê, derbarê me lêpirsînên dîsîplînê tên vekirin. Îtîrazên me yên ji bo Hakimtiya Înfazê nayê qebûlkirin. Di van şertên pandemiyê de digirin ser qawîşên me.”