Yek ji damezrênerên Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) a ku vê hefteyê bi fermî avabûna wê hate ragihandin Ferhat Tunç dê 14’ê mijdarê roja çarşemê weke axaftvan beşdarî konferansa ku dê li Parlementoya Swêdê bê lidarxistin bibe.
Dê Berdevkê Polîtîkayên Derve ya Partiya Çepgir a Swêdê Hans Linde axaftina vekirinê ya konferansa bi malovaniya Partiya Çepgir pêk tê bike. Parlementerê Parlementoya Ewropayê Mikael Gustafsson û Endama Komîsyona Polîtîkayên Derve ya Partiya Çepgir a bajarê Uppsalayê Yekbûn Alp jî beşdar bibin. Alp dê der barê bûyerên 14’ê tîrmehê de li hember mitînga BDP’ê pêk hatin agahî bide.
Her wiha, Yekbûn Alp ku ji bo piştgiriya bi girtiyên Kurd re li Amedê tevî rêveberên BDP’ê ket greva birçîbûnê, dê der barê greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd û çalakiyên bi armanca piştgiriyê de agahî bide.
Ferhat Tûnç jî dê derbarê pêşketinên dawiyê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê û Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) ya ku vê hefteyê avabûna wê hate ragihandin de agahî dibe.
Mijara sereke ya konferansa bi malovaniya Partiya Çepgir a Swêdê, dê greva birçîbûnê ya ku ji aliyê 10 hezar girtiyên Kurd ve hatiye destpêkirin be.
Parlementerê Parlementoya Ewropayê Guastafsson dê weke axaftvan beşdar bibe. Guastafsson beriya niha bi daxuyaniyekê aşkere kiribû ku ew piştgiriyê dide greva birçîbûnê û xwestibû mafê perwerde û parastina bi Kurdî bê naskirin û hemû girityên polîtîk ên Kurd serbest bên berdan. Her wiha daxwaz kiribû ku hevdîtinên aşitiyê yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ji nû ve bên destpêkirin.