Feleknas Ûca serbest hat berdan

Feleknas Ûca serbest hat berdan

Siyasetmedara Kurd û Parlementera berê ya Parlementoya Ewropayê Feleknas Ûca ku li Stenbolê ji aliyê polîsên Tirk ve hatibû binçavkirin, serbest hate berdan.

Parlementera berê ya Parlementera Ewropayê siyasetmedara Kurd Feleknas Ûca roja sêşemê li balefirgeha Ataturk a Stenbolê ji aliyê polîsên Tirk ve hatibû binçavkirin. Piştî ku ew birin dozgeriyê serbest hate berdan.

Ûca bi xwe re 248 qûtiyên vîtamîmên B1 anîbû. Hat diyarkirin ku bi hinceta ev hebên vîtamîn B1 nehatine qeyidkirin Ûca ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin.Lê tê diyarkirin ku Uca di çarçoveya "lêpirsîna KCK'ê" de hatiye binçavkirin. Hat ragihandin ku Ûca pêşî birine Şaxa Têkoşîna li dijî Sucên Qaçaxçîtî û Organîzekirî ya emniyeta polîsan û piştre jî birine Şaxa Têkoşîna li dijî Terorê ya li Fatîha Stenbolê.

Siyasetmedara Kurd Feleknas Ûca di navbera salên 1999-2009 de endama Parlementoya Ewropayê bû û ji bo pirsgirêka Kurd bi rêbazên aşitiyane çareser bibe gelek hewl daye.