FEJ: Belçîka, bi girtina Maxîme Demîralp sûcdar e

FEJ, girtina Midûrê Nûçeyan a ANF’ê Maxîme Demîralp a li ser daxwaza Tirkiyeyê şermezar kir û got: “Belçîka û welatên YE’yê sûcdar in. Divê hempîşeyê me bi lezgînî berdin.”

Di qada navneteweyî de li ser daxwaza Tirkiyeyê girtina Midûrê Nûçeyan a Ajansa Nûçeyan a Firat (ANF) Maxîme Demîralp ji aliyê polîsên Înterpolê ve, rê li ber bertekan vekir û ev nerazîbûn didomin. Piştî Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî (FÎJ) û şûn de Federasyona Rojnamevanên Ewropayê (FEJ) jî daxuyaniye da,hat diyar kir ku Belçîka û welatên YE’yê li gel Tirkiyeyê di nava suc de ne. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Divê hempişeyê me bi lezgîn bê berdan.” Daxuyanî bi îmzeya Sekreterê Giştî yê FEJ’ê Rîcardo Gûtîerrez ve hate belavkirin.

‘DIVÊ HEMPÎŞEYÊ ME BI LEZGÎNÎ BÊ BERDAN’

Gûtîerrez destnîşan kir ku rewşa hempîşeyê xwe Maxîme Azad ji nêz ve dişopînin, û ev tişt anî ziman:

“Em vê rewşa bi xeternak ji nêz ve dişopînîn û eleqeder dibin. Li Tiriyeyê ji 120 rojnamevanan zêdetir li girtîgehan in, rêveberên Tirk di çarçoveya distûra antî-terorîst hewl dide ku çapemeniya muxalîf bêdeng bike. Divê Belçîka û welatên din ên Ewropayê nebin hevkarên sûcên Tirkiyeyê. Li pêşberî vê rewşê rojnamevanên Kurd û Tirk ên ji ber zextan berê xwe didin welatên Ewropayê xwe di aramiyê de hîs nakin.”

Gûtîerrez bibîr xist ku Konsya Ewropa û Parlementoya Ewropayê, ji bo rojnamevan û muxalîfan hinek biryarên Înterpol ku ji aliyê hinek dewletan ve hatibûn erê kirin pir caran hatibûn redkirin.

Sekreterê Giştî yê FEJ’ê bang li Dozgerê Tûrnhoût ê ku wê li dadgehê doza Maxîme Demîralp bi rêve bibe jî kir û wiha got: “Em vê helwesta ku madeya azadiya çapemenmiyê ya Konseya Ewropayê îxlal dike şermezar dikin. Ji ber vê rewşê daxwaz dikin ku Belçîka di vê hesab bide. Em wek Federasyona Rojnamevanên Ewropayê, bang li Dozger Tûrnhoûs û rêveberên siyasî dikin; Divê sûcên li ser hempişeyê me li ber çavan re derbas bikin û bi lezgîn bê azadkirin.”