Nûçeya Lezgîn: Koma Aştî û Civaka Demokratîk: Em bi îradeya xwe ya azad çekên xwe îmha dikin

FEDA: AKP/Qesrê xwe li dengê Elewiyan ranegirt

FEDA'yê nerazîbûn nîşanî girtina Yol TV da û got, "Çi dibe bila bibe, civaka Elewiyan wê berxwedana xwe ya li dijî zaliman bidomîne."

Federasyona Elewiyan a Demokratîk li Ewropayê (FEDA) li ser girtina Yol TV daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de hate bibîrxistin, tiştekî rasthatî nîne ku Yol TV di salvegera Komkujiya Mereşê û vekirina 'Kampa AFAD'ê ya li Terolarê hate girtin.

FEDA'yê da xuyakirin ku Yol TV û TV 10 wê timî dengê rastiyê bin û diyar kir, divê civaka Elewî pişta hev bigirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ev deng dengê mezlûman e, dengê rabûna li ber zilmê ye û hat destnîşankirin, ku desthilatdarî ji ber ku ji vî dengî tirsiya ye, girtî ye.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Çi dibe bila bibe, civaka Elewiyan wê berxwedana xwe ya li dijî zaliman bidomîne. Ti deng ji dengê mezlûman xurtir nebûye. Ev deng dengê berxwedêr Huseyîn, Pîr Sûltan, Seyît Rizayan e. Wê her tim li ber zilmê rabe."