Encamnameya Kongreya 3. a Ciwanên Azad eşkere bû
Encamên kongreya sêyemîn a rêxistina ciwanên kurd ên li Ewropayê (Ciwanên Azad), ku di 17'ê Kanûna 2016'an de li paytexta Fransa Parîsê hate lidarxistin, bi daxuyaniyekê hatin eşkerekirin.
Encamên kongreya sêyemîn a rêxistina ciwanên kurd ên li Ewropayê (Ciwanên Azad), ku di 17'ê Kanûna 2016'an de li paytexta Fransa Parîsê hate lidarxistin, bi daxuyaniyekê hatin eşkerekirin.
Kongre bi dirûşma "Bi coşa şoreşê xwe bi rêxistin bike, bi ruhê tolhildanê faşîzmê parçe bike" bi tevlîbûna 140 nûner û bi sedan ciwanan pêk hat. Komîteya Amadekar a Kongreya 3. a Ciwanên Azad encamnameya Kongreyê eşkere kir.
Di daxuyaniyê de li ser rêveçûna kongreyê ev agahî hate dayîn:
"Li ser erdnîgeriya Mezopotamyayê ku di dîrokê de şerê desthilatdaran ê dijwar lê qewimiye, yek ji gelên herî qedîm, gelê Kurd, her tim li ber xwe daye û têkoşiya ye. Bi taybetî ev 40 sal in gelê Kurd li ser vê erdnîgariyê li dijî mêtîngeriyê şerê azadiyê û jiyanekî bi rûmet dimeşîne. Ev têkoşîn îro gihîştiye merheleyeke dîrokî û bi serfiraziyekî mezin encam digire. Ev têkoşîn îro di pêşengtiya jin û ciwanan de dimeşe û îro di Kurdistanê de gel xwe bi xwe bi rê ve dibe û diparêze. Yên ku mêtîngeriyê ji Kurdistanê re, bindestiyê ji Jinê re û bikaranînê ji Ciwanan re rewa dibînin, bi perspektîfên Rêber APO tarûmar bûne.
'TÊKOŞÎNA JIYANA AZAD Û FELSEFEYA RÊBER APO EM Ê PÊK BINÎN'
Di encama vê têkoşînê de gelê Kurd derketiye ser dika dîrokê û îro hatiye asteke ku di siyaseta cîhanê de rolekî gelekî mezin dilîze. Ango kî bêyî gelê Kurd hesabên şaş bike, wê wekî Kobanê, Cizîrê u Sûrê li wan vegere ji ber ku gelê Kurd bûye navenda çareseriya hemû gelan.
Ev têkoşîn bi gelek berdêl, zor û zehmetiyan hatiye heta roja me ya îro. Îro jî em ê têkoşîna jiyana azad û felsefeya Rêber Apo di jiyana xwe de pêk binîn. Em jî wek ciwanên Kurd ên ku li Ewropayê dimînin guh bidin bangawaziya Rêber Apo û ji bo erkên ku dikevin ser milên me amade ne û mecbûr in pêk bînin. Wekî berxwedêrên xweseriya demokratîk pêwîste em zanibin ev pêvajo pêvajayeke têkoşînê ye û em jî wek ciwanên Kurd ên li Ewropayê nikarin xwe jê vegirin."
BIRYARÊN HATIN GIRTIN
1- Ciwanên Azad kongra xwe ya 3’mîn diyarî Şehîd Lecwan, Şehîd Çekdar, Şehîd Tîjda û Şehîden xweseriya demokratîk dike.
2- Di Navenda hemû xebatên xwe de azadiya Rêber APO esas digire, li ser vê esasê xwe bi awayekî çalak tevlî hemû çalakiyên ji bo azadiya Rêber APO dike û pêşengtî jê re dike.
3- Li dijî êrîşên li ser gelê Kurd, erdnîgeriya wî û Rêbertiya wî di cîh de nerazîbûnê nîşan dide û têdikoşe.
4- Li dijî qirkirina çandî, polîtîk û exlaqî ya li Ewropayê pêk tê girîngî dide xebatên çandî, hunerî û werzişî. Di serî de Hambûrg û Parîs bajarên ku heza rexistinê heye wê navendên ciwanan bên vekirin.
5- Li dijî modernîteya kapîtalîst a ku cîvakîbûn felç kiriye, fikirandinê seqet kiriye û jiyan xistiye yek reng, ciwan nirxên modernîteya demokratîk bi pêş dixe û ava dike.
6- Li ser esasê paradîgmaya demokratîk ekolojîk û azadîxwaziya jinê xebatên perwerdehî û zanistî pêş dixe.
7- Li beramberî lîstokên ku pergal li dijî jinên ciwan pêk tîne, rêxistin kirin, xebatên perwerdehî û aktîf tevlî kirina jinên ciwan ji bo xwe esas digire û wek xebatê xwe ya herî bingehîn dibîne. Ji bo ev xebat hîn xurtir û mezintir bibe rêxistinkirina jinên ciwan xwe re esas digre.
8- Ji bo rêxistinkirina jinên ciwan, bi awayekî girseyî çapemeniya Jinên Ciwan û xurtkirina JXK’ê di vê xebatê de wê bi awayekî komînal bê kirin.
9- Şoreşa gel a xweseriya demokratîk a li Rojava wek mîsogeriya serketina modernîteya demokratîk li dijî modernîteya kapîtalîst dibîne, bi her awayî xwedî lê derdikeve, diparêze û piştgiriya vê yekê ji xwe re esas digire. Di vê çarçoveyê de ji bo pêdiviyên Bakurê Kurdistan û Rojava yên jiyanî pêk werin, xwe erk dar dibînin.
10- Modernîteya kapîtalîst ji bo ku ciwanan bihelîne, çetetiyê, bikaranîna madeyên hişbir û fuhûş bi awayekî dijî mirovahî pêş dixe. Ji bo sekinandina vê polîtîkayê li dijî çetetiyê, bikaranîna madeyên hişbir û fuhûşê aktîf têdikoşe.
11- Yek ji cureyên êrîşên dewletên Ewropî ya li dijî bi rêxistinkirina ciwanên Kurd polîtîkayên ajan kirinê ne. Ciwan vê yekê wek qirkirineke exlaqî û siyasî pênase dikin û li dijî vê nêzîkatiyê aktîf têdikoşe.
12- Ciwanên ku ji çar aliyên Kurdistanê koçber bûne, di çarçoveya neteweyî de nêz dibe û xweser birêxistin dike.
13- Li dijî polîtikayên asîmîlasyonê, qirkirinê siyasî û çandî, zimanê Kurdî bi hemû zaraveyên wê dixe meriyetê û teşwîq dike. Ji bo danenasîna çand û nirxên Kurdayetiyê çalakiyan lidar dixe.
14- Di perspektîfa Ciwanên Azad de avakirina neteweya demokratîk xwe berferih bi rêxistinkirin.
15- Ji bo dijî derketina modernîteye kapîtalîst bi pêşengiya ciwanên azad konferansek bê li darxistin.
16- Di karê perwerdeyê de sîstemeke rêk û pêk bê avakirin û bi ruhê seferberiyê li qadan endamên ciwanên azad bên bi rêxistinkirin.
17- Di serî de komkujiya Parîsê ji bo berpirsyarên komkujiyên li Kurdistanê bên cezakirin xebat bên meşandin.
18- Li dijî hemû êrîşên moderniteya kapîtalîst pêkhateya Ciwanên Şoreşgerên Enternasyonal were avakirin.
19- Li cihên ku xebatên Ciwanên Azad nîne, xebat bên kirin.
20- Hemû rêxistinên ciwanan, YXK, Jinên ciwan, Ciwanên Elewî, Ciwanên Êzidî, Ciwanên Rojava Ciwanên Navneteweyî (Enternasyonal) û Ciwanên parçeyên Kürdistanê di bin sivana Ciwanên Azad de bên komkirin.