Efserê Tirk ê li Babê li xwe mikur hat: Di destê DAIŞ’ê de çekên Tirkiyeyê hene
Nivîskarê rojnameya Yenîçagê Takan, di nivîsa xwe de cih da lixwemikurhatinên efserekî Tirk.
Nivîskarê rojnameya Yenîçagê Takan, di nivîsa xwe de cih da lixwemikurhatinên efserekî Tirk.
Nûnerê Enqereyê yê rojnameya Yenîçagê Ahmet Takan diyar kir, piştî kuştiyên li Babê hatin dayîn, di nava TSK’ê (Hêza Leşkerî ya Tirk) de wê gelek îstîfa çêbibin. Takan diyar kir, di destê DAIŞ’ê de çekên dewleta Tirk hene û li xwe mikur hat ku leşkerên li Babê tevlî komkujiya li bajarên Kurdistanê bûne.
Tarkan wiha pê de çû: "Ez ê nekevim nav kitekitên teknîkî bê ka Mehmedokên me yên li Babê têdikoşin girêdayî kîjan yekîneyan in. Hemû jî pir baş hatine perwerdekirin û lehengên bijartî ne. Ji roja ku operasyonên li jîgehan destpêkirî ve, li Amedê, Sûrê gotin, 'Bismillah' ji wir jî derbasî Silopiya, Cizîrê, Şirnexê … bûn. Wê biçine Sûriyê."
Takan diyar kir ku wî xwe gihandiye efserekî di nav şer de û ev gotin jê bihîstîne: "Ji bilî balafiran di destê DAIŞ’ê de her cure çek hene. Çekên Amerîka, Rûs û Tirkan. Di bin erdê de konteynerê wan hene."
Takan anî ziman, ew bi rehetî nikarin leşkeran veguhezînin nava yekîneyên xwe, motîvasyon û moralê leşkeran ne baş e û ev lê zêde kir: "Li korîdorên TSK’ê (Hêza Leşkerî ya Tirk) tê axaftin ku meha Çile wê gelek efser, berbaz îstîfa bikin, Bordo Berelî wê bi hev re îstîfa bikin."