Dozeke nû li xwendekarên Bogazîçiyê hate vekirin

Li 97 xwendekarên li dijî rektorê qeyûm di Berxwedana Bogazîçiyê de hatin destgîrkirin, doz hate vekirin.

Dozeke din li xwendekarên Bogazîçiyê ku tevlî çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî rektorê qeyûm Melîh Bûlû ku ji aliyê Serokkomarê AKP’î Recep Tayîp Erdogan ve hatibû tayînkirin bûbûn û hatibûn destgîrkirin hat vekirin. Derbarê 97 xwendekarên ku di 1’ê Sibatê de hatibûn destgîrkirin de dozname hat amadekirin.

Di doznameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatiye amadekirin de hatiye xwestin ku xwendekara ji sûcê “muxalefeta li dijî qanûna bihejmara 2911’an” bên cezakirin. Dozname ji aliyê 32’emîn Dadgeha Ceza ya Esliyeyê ya Stenbolê ve hat qebûlkirin û lê dîroka danişînê hê nehatiye diyarkirin.