Doza rojnamegeran: dawî li xespê bînin!

Doza rojnamegeran: dawî li xespê bînin!

Parêzer Ercan Kanar di rûniştina doza rojnamegeran de axivî û diyar kir ku weke hemû dozên KCK’ê di doza rojnamegeran de jî mafên kolektîf yên gel hedef hatine girtin û wiha got: “Gelê ku bi tu awayî mafên wan nayên qebûl kirin, tê xwestin ku dest û lingê wan girêbidin û teslîm bigirin. Dawî li xespa azadiyê bînin.”

Doza çapemeniya azad ya ku 33 jê girtî 44 rojnameger tên darizandin runiştina dawî ya danişîna duyemîn dest pê kir. îdiname tê xwendin û daxwaz tên girtin. Parêzer daxwazên xwe yên taliyê heta 15.00’an dê ragihîne. Piştre dadgeh dê biryarê bide. 7 rojnameger, malbat û parêzer amade bû. tesbîtan nasnameyan tê girtin. Parêzer Ercan Kanar da zanîn ku li gorî daneyên Wezareta Dadê bi dozên parçe yên din re 113 dozên KCK’ê hatine vekirin, 992 girtî, 2 hezar û 146 ne girtî, ji vana 274 endamên şaredariyê, şaredar, keya, siyasestmedarên kurd in. Kanar diyar kir ku hejmara rupelên îdianemê 12 hezare û got ku îdianameya rojanmegeran jî wekê yên din rêbaza jêke û kopî bike hatiye amadkeirin.

Kanar diyar kir ku ev doz xeleka zingirê ye û wiha got: “Ev li dijî tasfiyekirina gelê kurd e. Li dijî tasfkiyekirina siyaseta kurd e. Daraz û parastin divê pêşî di vê paradîgmayê de li hev bike. Divê delîlên van dozan baş bên lêkolînkirin. Lê mixabin heta niha tiştekî wisa çênebû. Mafê parastina bi kurdî nayê daîn. Muwekîlên me parastina xwe jî nekirine. Gotin û nîqaş ku esasa dariznadinê ne ji holê hatine rakirin. Şêwaza serdema navîn bûye serdest.”

Kanar destnîşan kir ku lêgerîn, binçavkirin, têkilî li dijî hiqûqê pêk hatiye û da zanîn ku sûcdarkirin li gorî îfadeyên îtîrafkar û şahidên veşarî pêk hatiye.

Kanar bi lêv kir ku mafê xebatên ku ji çapemeniya alîgir re hatiye nasandin ji bo çapemeniya muxalîf nehatiye nasandin û diyar kir ku îdianame jî wisa hatiye amadekirin û wiha got: “Civîna rojevê ya ku çapemeniya muxalîf pêk tîne wekî propagandaya rêxistinê tê nirxandin. Rojnameya Ozgur Gundemç wekê saziyeke îllegal tê nîşandan. Divê hiqûqnas ji cîhanê qut nejîn. “

Kanar diyar kir ku piştî doza yekemîn ya KCK’ê û ya duyemîn a parêzeran rojnameger hatin girtin û wiha got: “xuyaye ku mafên gelekî bi tu awayî nayê qebûlkirin. Dest û lingê wan tên girêdan. Tu eleqeya vê bi hiqûqê nîne. Daxwaza min eve ku divê dawî li vê xespa azadiyê bê dayîn.”

Danişîn bi girtina daxwazan didome..