DKP/Yekîtî: Sînan Dersim fermandarê pêşeng ê HBDH’ê bû

Partiya Komunarên Şoreşger/Yekîtî, Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê û Endamê Komîteya Rêveber a HBDH’ê Sînan Dersim bi bîr anî û got “Hevrê Sînan Dersim, fermandar û şervanê pêşeng ê HBDH’ê bû.”

Partiya Komunarên Şoreşger/Yekîtî bi peyamekê endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Sînan Dersim bi bîr anî yê ku di 27’ê Cotmeha 2020’an de di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûbû.

Di peyamê de ev tişt hate diyarkirin:

“Hevrê Sînan Dersim bi helwest û şerê xwe yê  di nav jiyanê de, wekî meşvanekî heqîqetê di meşa azadiya gelê Kurd de bêyî rawestan têkoşiya. Wî pêşengtî ji pêngava şoreşger a şervanên azadiyê re jî kiriye.

Hevrê Sînan Dersim hemû jiyana xwe daye têkoşîna azadiyê û bêyî ku gaveke bi paş ve biavêje ev tişt kiriye. Di nav têkoşîna ciwanan de di şer de xwe xurt kiriye, şerê xwe ji dibistanan biriye bajaran û ji bajaran jî şerê xwe aniye çiyayan.Di şerê şoreşgerî de li ku derê pêdivî pê hebe, ew li wir bûye. Bi helwest û şervaniya xwe îspat kiriye ku ew dikare di nav hemû dijwariyan de li ber xwe bide. Di têkoşîn û hevrêtiyê de kesekî kedkar û bi hurmet bû. Wî qîmet dida şoreşa yekgirtî û xebata kolektîf. Di jiyana xwe ya şoreşê de ji rexneyan re vekirî, dûrî gazinan bû kesekî mutewazî bû.

Hevrê Sînan Dersim fermandar û şervanê pêşeng ê HBDH’ê bû. Di warê geşkirina tevgera şoreşa yekgirtî, têgihiştina wê ya stratejîk û mezinbûna çalakiyên gerîla û milîsan ên li çiya û bajaran de kedeke wî ya mezin heye. Her gava ku wê meşa şoreşa gelên Tirkiyeyê bilezîne, heyecanek daye wî. Wî bi çavê hevrêtiyê li hemû hêzên şoreşa yekgirtî dinihêrî. 

Tovên têkoşîna şoreşa yekgirtî li ser vê axê hate reşandin. Wê tov zîl bidin, mezin bibin. Em sozê didin te hevrê Sînan em ê bi ser bikevin.”