Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, diyar kir ku bêyî guman qetlîama Parîsê ji hêla MÎT’ê û dewleta Tirk hatiye kirin, Fransa jî nahêle ev rastî derkeve holê.
KCK’ê têkîldarî doza qetlîama Parîsê daxuyaniyek nivîskî weşand, destnîşan kir ku divê dest ji dozê neyê berdan. KCK’ê ragihand ku li girtîgehê mirin an jî kuştina kujerê 3 jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin, ji bo edaleta Fransayê rewşek sosret e, wiha dewam kir; “Ji ber beriya dadgeh destpê bikin vê rewşê rû da, mirinê bi guman dike. Ji bo naxive an jî ji bo bi dewamkirina dadgehê rastî ronî nebin, îhtîmala ku li girtîgehê hatibe kuştin zêde ye.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniyê de got; “Şoreşgerên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi biryara desthilatdariya AKP’ê ji hêla MÎT’ê hatine kuştin. Bi belgeyan hatiye îspatkirin ku kujer Omer Guney ji hêla MÎT’ê hatiye wezîfedarkirin. Sala 2012’an bi çendan caran di çapemeniya nivîskî û dîtbarî de hatiye gotin ku eger 20-30 rêveber bêne kuştin wê PKK tasfiye bibe. Tevî ku dewlet û daraza Fransayê vê rastiyê dizanin jî, dadgeh taloq kirine. Ev rewş gumanan dide avakirin. Tê fêmkirin ku hêzên siyasî û daraza Fransayê naxwazin sûcê şênber ê desthilatdariya AKP’ê derkeve holê. Ji berk u, eger ev sûcê desthilatdariya AKP’ê eşkere bibe, dikare krîza kûr mabeyna Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de derkeve, wê ji saziyên Yekîtiya Ewropayê derkirina Tirkiyeyê bikeve rojevê. Dewleta Fransayê ji ber berjewendiyên xwe nexwestiye rewşek wisa çêbibe, çavê xwe li kuştina kujer girtiye. Dema girîngiya vê doza cînayetê li ber çav tê girtin, pêwîst e mirov bêje kujer hatiye kuştin.”
‘BÊYÎ GUMAN EM DIBÊJIN CÎNAYET JI HÊLA MÎT Û DEWLETA TIRK PÊK HATIYE’
KCK’ê got, “bêyî guman qetlîama Parîsê ji hêla MÎT’ê û dewleta Tirk hatiye kirin” û wiha berdewam kir;
“Teqez e ku berpirsê vê cinayetê desthilatdariya AKP’ê ye. Lê, ji hêla meqamên edlî yên Fransa jî tespîtkirina vê rastiyê gelekî girîng bû. Wê rastiya Tirkiye û desthilatdariya AKP’ê danîba holê. Wê derketa holê ku Tirkiye ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo tevahî mirovahiyê talokeyek e. Dewleta Fransayê nehişt ev rastî bi awayekî fermî jî derkeve holê, asteng kiriye ku karaktera wisa ya Tirkiyeyê li ber çavan bê raxistin. Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, bi vî awayî jî careke din ji hêla dewleta Fransa û daraza wê hatine kuştin. Bêyî rastî derkevin holê kujer hat kuştin, vê jî Fransa kiriye hevkarê vê cînayetê.
Pêwîst e gelê Kurd, hêzên demokrasiyê yên Fransa û Ewropayê teqez dest ji vê dozê bernedin. Divê ev dosya cînayetê neyê girtin. Mîna bûyera Dreyfûsê, ji bo ronîkirina rastiyan divê têkoşîna edaletê bê meşandin. Wek di bûyera Dreyfûsê de jî hat dîtin, ronîkirina edaletê ji bo gel û hêzên demokrasiyê yên Fransayê gelekî girîng e. Ji ber vê jî divê hêz, sazî û dewleta li pey kujer Omer Guney bi awayekî fermî teqez bê eşkerekirin. Wiha jî, careke din bila ti dewlet an jî sazî cesaret nekin ku li ser xaka Fransa û Ewropayê cînayetên wisa hovane pêk bînin. Lewma jî, ronîkirina hêzên li pişt vê cînayetê ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gel û hêzên demokrasiyê yên Fransayê jî girîng e.
‘PÊWÎST E GELÊ KURD PEY CÎNAYETÊ BERNEDE’
Malbatên şehîdên Parîsê, gelê Kurd û hêzên demokratîk û lêgerînvanên edaletê yên Fransayê pêwîst e pey vê cînayetê bernedin. Divê bê eşkerekirin ku ev cînayet çawa hatiye plankirin û kê dane kirin. Pêwîst e bê kîjan zîhniyet, kê, bi çi armancê Omer Guney kuştine jî diyar bibe, yên berpirsiyar û îhmalên wan jî hene derkevin pêşberî darazê.
Careke din şehîdên Parîsê bi rêzdarî û minet bi bîr tînin, em dubare soz didin ku em ê pey kujerên wan bernedin, her kî li pey hebe em ê hesabê wê bipirsin.