Di encama lêkolîneke dîrokî de vedîtinek nû ya ku dîroka jiyana mirovahiyê eleder dike hate dîtin. Hat diyarkirin ku rimê nêçîrvaniyê beriya 500 hezar salan ji aliyê mirovan ve hatiye bikaranîn.
Rojnameya Îngilîz Guardian di hejmara xwe ya dawiyê de cihek berfireh da vê mijarê.
Li gorî encamên xebatên li ser vê mijarê, pêşiyên me beriya 500 salan bi rimên ku kevirên hatibûn tûjkirin pê ve girêdidan bi kar anîne.
Ji Zanîngeha Toronto ya Kanedayê arkeolog Jayne Wilkins li ser serikê van rimên ku li başûrê Efrîkayê hatin dîtin lêkolîn kirin û gihiştin wê encamê ku xwedî dîrokek 500 hezar salî ne.
Li gorî lêkolînên dîrokî yên mirovahiyê, dihat diyrkirin ku ev rim beriya 300 hezar salan hatine karanîn.
Arkeolog Wilkins wiha behsa girîngiya van riman ji bo mirovahiyê dike: “Ji bo mirovên berê ku zêdetir goşt û xwarinê dixwarin stratejiyeke girîng bû. Bi vî awayî mejiyê wana mezin bû.”